Parlamenterê Yekîtiya Sosyalîst Soren Sondergaard ji televîzyona giştî ya Danîmarkî TV2 re got ku Enqere ew bi "propagandakirina rêxistineke terorîst" tawanbar kiriye.
Hate ragihandin bi hinceta ku ew berê çûye serdana QSD’ê (Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk), Enqereyê pêşiya wî girtiye. Sondergaard got “Rast e ku ez çûme serdana QSD’ê ya ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike” û diyar kir ew ji vê serdanê serbilind e.
Parlamentera Danîmarkî diyar kir ku OECD bi awayekî fermî giliyê Enqereyê kiriye û got, “Welatek nikare parlamenterên çavdêr, hilbijêrin. Ev tişt hilbijartina li Tirkiyeyê dixe nav gumanan. Ev tişt nîşan dide ku ew ji niha ve dixwazin hilbijartinan dixwaze têxe bin kontrola xwe.”