Piştî Silopiyayê li Ceyhanê pêla destgîrkirinê
Piştî ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê gelek ciwan hatin destgîrkirin, li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî gelek kes hatin destgîrkirin.
Piştî ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê gelek ciwan hatin destgîrkirin, li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî gelek kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtin.
Polîsan Abdulhekîm Aslan û Ramazan Bahadir di nav de gelek kes destgîr kirin.
Kesên ku hinceta destgîrkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.
Serê sibehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê gelek kes hatin destgîrkirin.
Bi taybetî ji 25'ê Nîsanê û vir ve bi rengekî girseyî destgîrkirin tê kirin.
Li Amed, Stenbol, Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin destgîrkirin.