ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji bo bidawîkirina desthilatdariya AKP-MHP'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got, "Heta 9'ê Gulanê em seferber bibin."
- Hevserokên Partiya Çepên Kesk û DBP'ê li ser karên hilbijartinê yên li Semsûrê axivîn ku herêma erdhejê ye û gotin, "Em ji xelkê xwe yê ku koç kiriye rica dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bi kar bîne."
- Hevserokê ÎHD'ê yê Wanê Mehmet Karakûş got, yên ku hewl didin bi operasyonên qirkirina siyasî civakê bitepisînin wê di 14'ê Gulanê de careke din winda bikin.
- Colemêrg ku bi dîroka xwe ya ji 10 hezar salî li hemberî polîtîkayên qirêj û şerê taybet ê dewletê serî netewandiye, xwe amade dike ku di vê hilbijartinê de jî lîstikên desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibe.
- Li 5 kampên li Şehbayê ku koçberên Efrînî lê ne, ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo jin û zarokan zor û zehmetî hene. Ji sedî 82 ê jinan tevî ku nexweş dikevin nikarin biçin doktor.
- Gelek cihên dîrokî yên li Kurdistanê ji ber bendavê di bin avê de man. Deverên mîna Heskîf û Gêl mînakên vê yekê ne. Niha jî hewl didin ku Geliyê Godernê di bin bendavê de bihêlin.