ROJANE
Hemû Nûçe
-
Partiya Çepên Kesk li Mûşê konferans li dar xist
Partiya Çepên Kesk beriya kongreya giştî ku wê di Cotmehê de bê lidarxistin, li Mûşê koferans li dar xist. Di konferansê de îşaret bi giringiya Stratejiya Rêya Sêyemîn hat kirin. -
Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanê gera li ‘pîrên bi mûçe’ da
Rêxistinên Elewiyan, bertek nîşan da ku çima Serokatiya Çanda Elewiyên Bektaşî û Cemxaneyan ku AKP’ê ava kiriye, li herêmên Elewiyan dikeve hewila dîtina pîren bi mûçe bixebitin û bang kir ku bila dev ji vê ferasetê bê berdan. -
Wezîrê Edaletê nexwest hevdîtinê bi Emîne Şenyaşarê re bike
Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê dewam dike, got: ‘’We derî li ser edaletê radan, ma ev e edalet’’ -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Keştiya penaberan noqî avê bû, Ewlekariya Peravê ya Tirkiyeyê temaşe kir
Berdevkê Ewlekariya Peravê ya Yewnanîstanê Nîkos Alexîou diyar kir ku keştiya ku 5 kesan tê de jiyana xwe ji dest da, li deryaya Tirkiyeyê noqî avê bûye, lê Ewlekariya Peravê ya Tirkiyeyê hewl nedaye penaberan rizgar bike. -
Dîsa nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve Wezareta Edaletê
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 33’yan de jî berdewam kir. Bi hinceta “wezîr tune ye”, nehiştin Emîne Şenyaşar bikeve wezaretê. -
Bi sedan rewşenbîr ji bo Doza Kobanê bang kirin
193 rewşenbîran têkildarî Doza Kobanê banga hevpar kirin û gotin, “Em dixwazin ku tavilê dev ji helwestên ku welatê me ji hiqûq, aştî û demokrasiyê dûr dixin berdin.” -
Di meha 140’emîn de ji bo Roboskiyê daxwaza edaletê hat kirin
Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di meha 140’emîn a komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin de, xwest ku hesab ji berpirsyaran bê xwestin. -
DAD: Serokatiya Cemxaneyê nûneriya me nake, zihniyeta qeyûmê ye
Navenda Giştî ya DAD’ê destnîşan kir ku Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşî ya hatî avakirin, nûneriya Elewiyan nake, zihniyeta qeyûmê ye. -
ÎHD: Di 2 salan de tehliyekirina 313 girtiyan hate astengkirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku ji sala 2021’an û vir ve tehliyekirina 313 girtiyan ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin. -
DÎSK’ê serdana Partiya Çepên Kesk kir
Şandeya DÎSK’ê serdana hevberdevkên Partiya Çepên Kesk kir. -
Li Dara Hênê ji bo kalekolê dar tê birîn
Li bejahiya gundê Riz ê navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, ji bo çêkirina kalekolê darên li daristanê hatin birîn. -
Çîçek: Dawiya dawî wê polîtîkaya şoreşger bi ser bikeve
Parlamenterê Stenbolê yê ji Partiya Çepên Kesk û Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek rexneyên li ser HDP'ê û pêvajoya rexnedayinê nirxand û got, "Dawiya dawî serketin wê ya polîtîkaya şoreşger be." -
ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzer Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
Parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina bi edalet ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, di 3’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Xwarinê nadin kesên li Farqînê hatine destgîrkirin
Hate zanîn ku 5 kesên li Farqînê hatin destgîkirin li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û heta niha jî xwarin nedane wan. -
Kongreya Awarte ya 4'emîn a HDP'ê: Em ê têkoşînê mezin bikin!
Kongreya Awarte ya 4'emîn a HDP'ê li Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP'ê. -
Milîsên Zekiye Alkan ên HBDH'ê li 4 bajaran 7 çalakî kirin
Milîsên Zekiya Alkan ên HBDH'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê li çar bajarên cuda çalakî kirin. -
Alîkarê Serokê Bajêr ê AKP’ê şaredariya qeyûm xistiye bin destê xwe
Derket holê ku Mûrat Turlu yê ku bi hinceta “Qelebalixiyê dikin” 6 hezar TL cezayê pere li Rêxistina HDP’ê ya Wanê birî, hevkarê Vahap Onder ê AKP'î ye û şaredariya wan bi rêya şîrketa ku Onder xwediyê wê ye, hemû wesayîtên teknolojîk dikirin. -
'Civîn û konferans ji bo dema bê, gaveke mezin e'
Parlamenterê berê yê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir ku bi konferans û civînên gel re wê nexşeyeke rê ya xurt ji bo pêvajoya bê diyar bikin û destnîşan kir ku ev pêvajo gaveke mezin e. -
ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîteya Parastina Rojnamevanan: Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn
Komîteya Parastina Rojnamevanan êrîşa dewleta Tirk a bi ser xebatkarên JIN TV’yê şermezar kir û xwest hesab ji berpirsan bê xwestin. -
Bertek nîşanê êrîşa bi armanca qetilkirina xebatkarên JIN TV’yê hat dayîn
Bertekên li dijî qetilkirina xebatkarên JIN TV’yê bi balafira biçek a bêmirov, berdewam in. -
Rewşa girtiyên nexweş Poyraz û Yildirim giran e
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Onder Poyraz û Selver Yildirim giran e, lê tedawiya wan tê astengkirin.