Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanê gera li ‘pîrên bi mûçe’ da

Rêxistinên Elewiyan, bertek nîşan da ku çima Serokatiya Çanda Elewiyên Bektaşî û Cemxaneyan ku AKP’ê ava kiriye, li herêmên Elewiyan dikeve hewila dîtina pîren bi mûçe bixebitin û bang kir ku bila dev ji vê ferasetê bê berdan.

Komên girêdayê Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî Bektaşî ku ji hêla AKP’ê ve hatiye damezirandin, li gundên elewiyan, cemxane û komeleyan digerin û dixwazin “pîrên bi pereyan bixebitin” peyda bikin. Rêxistinên elewiyan jî bertek nîşan da.  Têkildarî mijarê bi pêşengtiya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li Kolana Hunerê ya Dersimê daxuyanî hate dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn.

‘AKP DIKEVE HEWILA TUNEKIRINA ELEWÎTIYÊ’

Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû diyar ki ku AKP dikeve hewila tunekirina baweriya Elewiyan.

Serokê Şaxa PSAKD’ê yê Dêrsimê Ekber Kaya jî diyar kir ku ew nêzikatiyên înkarger û asîmîlasyonparêz qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin bi bawerî û zimanê xwe bijîn. Em van nêzikatiyan red dikin. Banga me ji bo nûnerên cemxaneyan ên tev li hevdîtinê bûne ev e; wergirtina mûçeyan tê wateya qebûlkirina koletiyê. Divê dev ji vê nêzikatiyê berdin.”  

‘ELEWÎTIYÊ NAS NAKE LÊ LI PÎRÊN BI MÛÇE DIGERE’

Parlamenter Ayten Kordû jî ev tişt anî ziman: “Di bin navê ‘mûçeyê’ de dixwazin serî bi pîrên Elewiyan bidin tewandin. Bawerî, heqîqet, rê û taetê civakekê nas nakî lê hewil didî mûçeyê bo pîrên wan girê bidî. Rê û heqîqeta me diyar e; me heta niha çawa li rêya xwe dewam kiribe em ê ji niha û bi şûn de jî dewam bikin. Me heta niha serî li ber kesî netewandiye û ji niha û bi şûn de jî nakin.’’