Partiya Çepên Kesk li Mûşê konferans li dar xist

Partiya Çepên Kesk beriya kongreya giştî ku wê di Cotmehê de bê lidarxistin, li Mûşê koferans li dar xist. Di konferansê de îşaret bi giringiya Stratejiya Rêya Sêyemîn hat kirin.

Partiya Çepên Kesk beriya kongreya xwe ya giştî li bajaran konferansan li dar dixe. Di konferansê de ku li Mûşê hat lidarxistin, niqaşa stratejiya serdema nû hat kirin. Konferans ku li avahiya Rêxistina HDP’ê ya li bajêr hat lidarxistin, beriya hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê bû.

Di konferansê de nivîsarên bi sernavên nirxandina pêvajoya polîtîk, helwesta stratejîk û pêşniyazên ji bo konferansê hatin xwendin. Têkildarê pêşniyazên ji bo rê û rêbazên stratejiya serdema nû ku di nivîsaran de hatin destnîşankirin, beşdaran nirxandin kirin. Mûşiyên tev li konferansê bûn, diyar kir ku divê xeletiyên polîtîk ku berê hatine kirin di hilbijartinên herêmî de neyên kirin.

Beşdaran anî ziman ku divê ji niha ve dest bi xebata ji bo hilbijartinên herêmî bê kirin û namzed li gor pêşniyazên gel diyar bibin.

Niqaşa siyaseta tifaqê jî li konferansê hat kirin û hat destnîşankirin ku siyaseta heyî di bi teorî rast e lê di pêkanînê kêmasî çêbûye.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz ku tev li konferansê bû, li ser belgeyên helwestê, erkên beşên partiyê, awayê birêxistinbûnê û pêvajoya diyarkirina namzedan axivî.

Boz bi lêv kir ku divê mirov siyaseta tifaqê bi tenê endeksê hilbijartinan neke û ev tişt gotin: ‘’Siyaseta me ya tifaqê li ser esasên rast ava bûye. Lê ji siyaseteke taktîkî û ya jî hilbijartinan bêhtir, divê bibe polîtîkayeke stratejîk. Divê siyaseta serdema nû bi belgeyeke helwestê ya li gor Stratejiya Rêya Sêyemîn bê kirin. Modela me ya birêxistinbûnê jî bi vê stratejiyê re hevseng be. Divê em aliyên perwerdehî, siyasî û civakî jî bidin ber çavên xwe. Beşên partiyê jî li gor encamên ji van aliyan çêbibin tevbigerin, wê bibin gavên pratîk ên serdema nû.’’

Konferans bi ragihandina pêşniyazên ji bo kongreya giştî û bi hilbijartina delegeyên ku wê biçin kongreyê bi encam bû.