Komîteya Parastina Rojnamevanan: Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn
Komîteya Parastina Rojnamevanan êrîşa dewleta Tirk a bi ser xebatkarên JIN TV’yê şermezar kir û xwest hesab ji berpirsan bê xwestin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan êrîşa dewleta Tirk a bi ser xebatkarên JIN TV’yê şermezar kir û xwest hesab ji berpirsan bê xwestin.
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, 23’ê Tebaxê wesayîteke kedkarên JIN TV li ser xaçrêya gundê Til Şiîr yê li ser rêya Qamişlo-Amûde kir hedef. Di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd birîndar bû.
Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Komîteya Parastina Rojanemavanan Şerîf Mensûr têkîldarê mijarê got: “Em li hember vê êrişa trajedîk xemgînin ku di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû.”
Mensûr wiha domand: “Divê desthilata Tirk bilez têkildarî vê êrişê, lêpirsînekê çêke. Divê berpirsên vê bên eşkerekirin û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.”
Komîteyê, emailek şandibû ofîsa serokomarê Tirkiyeyê lê heta niha bersiv nehatiye dayîn. Komîte xwest xwe bigihîne Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, lê navnîşanên wezaretê nîn bû.
Komîteya Parastina Rojnamevanan di daxuyaniya xwe ya roja Înê de wiha gotûbû: “Divê desthilata Tirk, têkildarî êrişê, yekser lêpirsîneke giştî çêke. Diyar bike ku ev kes ji ber karê xwe hatine hedefgirtin yan na û hesabê ji sûcdaran bipirse.”