ÎHD: Di 2 salan de tehliyekirina 313 girtiyan hate astengkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku ji sala 2021’an û vir ve tehliyekirina 313 girtiyan ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin.

ÎHD'ê ku li gelek bajaran daxuyanî da, astengkirina sîstematîk a li dijî berdana girtiyan ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve şermezar kir.

Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê de pankarta bi nivîsa, "Lîjneyên îdarî û çavdêriyê yên pêşî li berdana girtiyan vedikin betal bikin" hat vekirin.

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici bi bîr xist ku lijneya behsa xeberê her 6 mehan carekê derheqê girtiyan de nirxandina “başhalî”yê dike û wiha domand: “Li gorî fikraya sêyemîn a xala 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê, serdozgerê komarê yan jî dozgerekê ji hêla wî ve hatiye destnîşankirin dikare serokatiya lijneyê bike. 

Di vê lijneyê de midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkologek û personeleke li servîsa alîkariya psiko-sosyalê, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye hilbijartin cih digirin.” 

Yazici, diyar kir ku rêzikname ji sala 2021’an ve kete meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Navenda Giştî ya ÎHD’ê di 12’ê Kanûna sala 2020’an de ji bo betalkirina ‘Rêziknameya têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Girtiyan de’ serî li Dadgeha Bilind da. Lê belê heta niha jî derheqê vê dozê de tu biryar nehatine dayîn.” 

Yazici got ku girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin, parêzer û malbatên wan ji ber biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê gelek serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kirine, ji destpêka sala 2021’an ku rêzikname ketibû meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 313 girtiyan hatiye taloqkirin. Tehliyeya van girtiyan ne tenê carekê lê gelek caran di navbera 6 û 3 mehan de hatine taloqkirin. Heta tehliyeyên hinek girtiyên dikevin nava koma girtiyan hêj tê astengkirin. Her wiha bi qasî ku me tespît kiriye, ji van girtiyan 48 jê piştî ku tehliyeya wan gelek caran hatiye dirêjkirin hatine berdan. Ji van girtiyên tehliyeya wan hatiye astengkirin 88 jê girtiyên nexweş in û di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin. Ji van girtiyên nexweş 42 jê nexweşiyên wan giran in. Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku sala ewil a sepandina rêziknameyê de tehliyeya wî hatibû astengkirin, ji ber nexweşiyên xwe li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.”

Têkildarî mijarê şaxên ÎHD’ê yên Amed, Wan, Stenbol, Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Riha, Şirnex, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene, Antalya, Îskenderûn û Îzmîrê jî li avahiyên xwe daxuyanî dan.