Wezîrê Edaletê nexwest hevdîtinê bi Emîne Şenyaşarê re bike
Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê dewam dike, got: ‘’We derî li ser edaletê radan, ma ev e edalet’’
Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê dewam dike, got: ‘’We derî li ser edaletê radan, ma ev e edalet’’
14’ê Hezîrana sala 2018’an xizm û parêzkarên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bû, 9’ê Adara 2021’an li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kir. Malbatê, roja 846’emîn nobeda xwe ji Rihayê veguhest Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê 34 roj in berdewam e.
WEZÎRÊ DADÊ JI DAXWAZA JI BO HEVDÎTİNÊ RE GOT NA
Dayika Emîne Şenyaşar ku li kursiya biteker siwar bû, ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiya. Di destê Şenyaşarê de dowîza bi nivîsa “Edalet” hebû û kurê wê Ferît Şenyaşar jî li gel bû. Emîne Şenyaşarê xwest bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bike. Hat zanîn ku Tûnç li meqama xwe bûye û daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye.
Emîne Şenyaşar bi van gotinan bertek nîşan da: “We derî li ser edaletê radaye. Ma ev e edalet?’’ Malbata Şenyaşar heta demekê li wir ma û bi pişt re vegeriya Meclisê.