Bertek nîşanê êrîşa bi armanca qetilkirina xebatkarên JIN TV’yê hat dayîn
Bertekên li dijî qetilkirina xebatkarên JIN TV’yê bi balafira biçek a bêmirov, berdewam in.
Bertekên li dijî qetilkirina xebatkarên JIN TV’yê bi balafira biçek a bêmirov, berdewam in.
Dewleta Tirk a dagirker, 23’yê Tebaxê li nêzê gundê Til Şiîr, li ser rêya Qamişlo-Amûdê bi balafira biçek a bêmirov xebatkarên JIN TV’yê ji xwe re kirin armanc. Di encama êrîşê de Necmedîn Feysel Hec Sînan bû şehîd, nûçegihan kenalê Delîla Egîd jî birîndar bû.
‘EGÎT EMELIYAT BÛ’
Endama Meclisa Birêvebirina JIN TV’yê Dîjel Îto, bi Komîteya Parastina Rojnamevanan re axivî, got: ‘’Delîl Egîd ji emeliyatê derket û niha di bin kontrolê de ye.’’
Koordînatorê Bernameya Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Komîteya Parastina Rojnamevanan Şerîf Mesûr, wiha got: ‘’Ji ber vê êrîşa trajîk a şehîdbûna xebatkarê JIN TV’yê Necmedîn Feysel û birîndarbûna rojnamevan Delîla Egîdê em gelek xemgîn in.’’
Komîteyê peyamek şandiye ji ofîsa serokkomariya dewleta Tirk re lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.
‘TÊK ÇÛNE, ÎCAR SIVÎL Û ROJNAMEVANAN JI XWE RE DIKIN ARMANC’
Tevgera Azadiyê têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qetilkirina sivîlan û xwezaya Kurdistanê daxuyanî da û got ku dewleta Tirk li ber gerîlayên azadiyê têk çûye ji lewma êrîş dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sûcên mirovî ku dewleta Tirk li herêmê dike, gihîştiye asteke xeternak; dewleta Tirk sivîl rasterast jin û sivîlan ji xwe re dike armanc.’’
Platforma Çalakiyan a Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker neyartiya belgekirina dîroka jinan a azad dike û hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe sûcên dewleta Tirk a dagirker rewa dikin.
Civaka Jinan a Zenûbiyayê, Platforma Çalakiyan a Hevpar Tevger û Rêxistinên Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û ofîsên jinan ên partiyên siyasî li ber avahiya Civaka Jinan a Zenûbiyayê ya li Reqayê hatin ba hev û li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da.
Endama Koordînasyona Civaka Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê Nesrîn El Hesen daxuyanî xwend. Êrîşên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser de hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk û exlaqî ye ku parastina mafê hemû pêkhateyan dike û wiha hat gotin: ‘’Dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û rêgezên navneteweyî binpê dike.’’
Platforma Çalakiyan a Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan, bang li civaka navneteweyî kir ku dengê xwe ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re bike.
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN
Pena Kurd êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li xebatkarên JIN TV’yê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo dawiyê li van zextan bîne zextan di dewleta Tirk re bikin.