ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Amedê di saetên sibehê de du kes hatin destgîrkirin
Li navçeyên Peyas û Licê yên Amedê polîsên Tirk bi ser malan de girt û du kes destgîr kirin. -
HPG’ê nasnameya du gerîlayên li Qelqeliyê şehîd bûne, eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên bi nasnav Şoreş û Deyndar dema ku ji ber wezîfeyekê li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wanê bûn, şehîd bûn. HPG’ê nasnameya her du şehîdan eşkere kir. -
‘Êrîşên ku li dijî cenazeyên şehîd û goristanan tên kirin, sûcê mirovahiyê ne’
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bal kişand ser êrîşên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî cenazeyên şehîd û goristanan pêk tîne û destnîşan kir ku ev sûcê mirovahiyê ye. -
Herî kêm 7 milyon zarokên penaber nikarin biçin dibistanê
Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roja Înê raporeke nû weşand û diyar kir li dinyayê 14,8 milyon zarokên penaber hene lê ji nîvê wan zêdetir nikarin sûdê ji perwerdehiya fermî werbigirin. -
Li Fasê erd hejiya: Nêzîkî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Fasê bi şev bi pileya 7’an erd hejiya, nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
Pêvajoya serlêdana Komîteya Mafên Mirovan a NY ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê kiriye, berdewam e. -
Darizandina qetlîamê ji destpêkê ve bi durûtî tê kirin
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan bertek nîşanî berdana Hayrettîn Gulê ku yek ji berpirsyarên Komkujiya Sêwasê da û diyar kir ku darizandina qetlîamê ji destpêkê ve bi durûtî tê kirin. -
ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Onder: Ger Berxwedana Kobanê nebûya niha DAÎŞ li Edeneyê bûya
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder ku di Doza Kobanê de axivî wiha got, “Hûn dikin nakin nikarin min bi darizînin. Ez ê ji xwe re daxwaznameyê binivîsim, îmze bikim û ji we re bişînim. Di sepanê de nakokiyeke wiha heye." -
Li Amedê birayên hev Ramazan û Davût Datûmanî hatin girtin
Birayên hev Ramazan û Davût Datûmanî yên li Çinarê hatin destgîrkirin, hatin girtin. -
Di Girtîgeha Patnosê de girtiyên jin bi saetan girêdayî hatine sekinandin
Di Girtîgeha L ya Patnosê de gardiyanên mêr, girtî Mîzgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer girê dane û çar saetan di odeyê de sekinandine. -
Polisan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grûp Yorûm xebatên xwe lê dike ve girtin û 10 kes destgîrkirin. -
Şenyaşar ku malbata wê hat qetilkirin dîsa nehiştin bikeve wezaretê
Emîne Şenyaşar ku malbata wê hat qetilkirin, dîsa nehiştin bikeve Wezareta Edaletê. -
Îtîrazî biryara dersînorkirina nivîskar Abdulmenaf Osman hate kirin
Halîl Coşkûn ê ku parêzerê nivîskar Abdulmenaf Osman e diyar kir biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman li dijî hiqûqê ye. -
Girtiyê siyasî Mehmet Abay 7 meh in di bin tecrîdeke giran de ye
Girtiyê siyasî Mehmet Abay diyar kir ku ew 7 meh in di statuya cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî de, di bin tecrîdeke giran de ye. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Biryara efûkirinê bi nêzîkatiyeke polîtîk tê dayin
Kujerên Madimakê bi biryarnameya Serokkomariyê têne berdan, lê li girtîgehan hîn jî zêdeyî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Ji ÎHD'ê Nûray Çevîrmen got, ev rewş nîşan dide ku biryara berdanê polîtîk e. -
Cenazeyê 2 gerîlayan hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Peyam Demîr û gerîlayê HPG’ê Mahmût Tekîn ê ku di 28’ê Adarê de li Cîloyê şehîd bûbûn, ji aliyê malbata wan ve hate stendin û li bajarên wan hate veşartin. -
Erçe: Dewlet ji roja destpêkê ve kujeran diparêze
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe nerazîbûn nîşanî berdana Hayrettîn Gul da ku yek ji berpirsyarên sereke yê Komkujiya Sêwasê ye û got, "Dewlet 30 sal in kujeran diparêze." -
ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Emîne Şenyaşar: Bila qeda li pergala we bikeve!
Emîne Şenyaşar ku kes ji malbata wê hatine qetilkirin û ji lew ma li ber Wezareta Edaletê ya nobetê digire, got: ‘’Bila qeda li pergala we bikeve!’’ -
Rewşenbîrên Kerkûkê: Em ê nehêlin kes aramiya Kerkûkê xera bike
Ji ber aloziyên ku roja 2’yê Îlonê li Kerkûkê rû dabûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn. Rewşenbîrên Kerkûkê xwestin leşker ji nav taxan vekişinin û ew ê destûrê nedin ku aramiya Kerkûkê xera bibe. -
Li Pirsûsê qeyyûm tola hilbijartinê stend: 41 kargeh hilweşand
Li Pirsûsê ya ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartina giştî ya dawîn de ji sedî 66,3 deng stendibû, qeyyûmê rejîma AKP’ê 41 kargeh hilweşand û 4 kes destgîr kir. -
Rêwîtiya Azadiyê di roja 4’emîn de didome
Meşa ku ciwanên Kurd û ên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 4’emîn de didome. -
Ji kêfî cezayê hucreyê dan girtiyê siyasî
Li Girtîgeha Tîpa Y a Entalyayê bi hinceta ku li dijî caxên li ber paceyê derketiye, cezayê hucreyê li girtiyê siyasî Mûhammed Kartal hate birîn.