ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cezayek kêm dan leşkerê ku pitikê 18 mehî qetil kir
Tenê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê dan çawişê pispor Hakan Alkan ê ku Mehmet Uytun ê 18 mehî qetil kir. -
ÎHD'ê êşkenceya li girtîgehan ragihand
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku girtiyên li Sîncanê rastî binpêkirinên mafan ên giran tên û got, "Sepanên heyî tenê dikare bi têgehên miameleya xerab û êşkenceyê ya bi demê re hatiye vehêlandin were pênasekirin.” -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Divê gelê me yê Başûr helwestê nîşanî PDK’ê bide
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê rayedarên PDK’ê yên ku destekê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dibin şirîkê êrîşan, şermezar kir. Girtiyan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku bila helwestê nîşanî PDK’ê bidin. -
Ceza li rojnamevan Rojîn Altay hate birîn
Li Rojîn Altay a ku xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê ye, salek û 3 meh ceza hate birîn. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin. -
Têkildarî Sezgîn Tanrikûlû destûra lêpirsînê hate dayin
Wezareta Edaletê têkildarî Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû destûra lêpirsînê da dozgeriyê. -
Rojnamevan Gok dîsa nehate berdan
Di rûniştina doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê rojnamevan Abdurrahman Gok de biryara ‘girtîbûna wî bila bidome’ hate dayîn û Gok nehate berdan. -
‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi Fransî jî derket
"Sosyolojiya Azadiyê" cilda sêyemîn a "Manîfestoya Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê weşanxaneya Editions du Croquant ve bi zimanê Fransî derket. -
KNK’ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir
KNK: Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin û tevlî çalakiyên salvegera Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî bibin. -
ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êşkenceya li girtiyan, li ber deriyê girtîgehê hat protestokirin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal li ser girêdana girtiyên jinan bi benan li Girtîgeha L ya Patnosê, axivî û got: ‘’Heta tecrîd û êşkence hebin wê aştî, azadî û hêvî tu çênebin.’’ -
Kongreya Partiya Çepên Kesk wê di 15’ê Cotmehê de bê lidarxistin
Partiya Çepên Kesk wê di 15’ê Cotmehê de li Enqereyê 4’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li dar bixe. -
Nesrîn Akgul dîsa hat girtin
Nesrîn Akgul a ku 14 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma û di sala 2022’an de hat berdan, bi hinceta dosyayeke din dîsa hat girtin. -
Doza Kobanê: Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e
Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku di Doza Kobanê de parastin kir, diyar kir ku muxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Li Reqayê ji bo xwedîlêderketina QSD’ê meşek hate lidarxistin
Gelên Reqayê ji bo xwedîlêderketina QSD’ê meşiyan û diyar kirin ku QSD li dijî her cure gef û îxanetê mertalek e. -
Nexweşxaneyên Enqereyê girtiyên siyasî tedawî nedikirin
Girtiyê nexweş Gurbuz Topçû yê ku ji bo proteza çaw ew ji Bodrûmê anîn girtîgeheke Enqereyê, bi hinceta ku ‘rewşa wî ji bo protezê ne guncav e’ sê nexweşxaneyên li Enqereyê ew tedawî nekirin. -
Bi hezaran kes wê li Mîlanoyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin -HATE NÛKIRIN
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi beşdariya bi hezaran kesî wê bi navê 'Dema hêviyê' konserek bê lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin. -
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtîgeha Tarsûsê ji mafê dîtinê yê girtî û xizmên wan dixwe
Mafê dîtinê yê bav Nevzat Aslan ku ji bo dîtina qîza xwe Nûrcan Aslanê ku di Girtîgeha Tarsûsê de girtî ye bi kîlometreyan rê çû, bi hinceta ‘’gardiyan nan dixwin’’ hat sînordarkirin. -
Tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya di girtîgehan de hatin protestokirin. -
Li gelek bajaran 12’ê Îlonê hate protestokirin
Di salvegera derbeya 12'ê Îlonê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidar xistin. -
Emîne Şenyaşar wê emeliyat bibe
Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hat qetilkirin bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya ku wê emeliyat bibe. -
Partiya Çepên Kesk: Wezîfeya lezgîn avakirina komara demokratîk e
Di encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk de hate gotin, "Wezîfeya me ya lezgîn rizgariya ji rejîma faşîst otorîter e, avakirina Komara Demokratîk e." -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ne, daxwaza hevdîtinê kirin. -
HBDH: Em ê faşîzma AKP-MHP'ê di nava xwîna rijandî de bifetisînin!
HBDH'ê bi wesîleya salvegera Cûntaya Leşkerî ya 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û got, "Soza me li hevrêyên me yên şoreşger hemûyan e ku di tarîtiya 12'ê Îlonê de me ew ji dest dan: Em ê faşîzmê di nava xwîna ku rijandî de bifetisînin."