ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şine got, "Jin, Jiyan, Azadî ji bo azadîxwazan xetek e. Dem ew dem e ku em zend û bendan hîn bi xurtî ba bidin. Herî zêde bi xwedîderketina jinan a li Rêber Apo em dikarin tecrîdê bişikînin."
- Di ser qetilkirina Jîna Emînî re salek derbas bû. Piştî ku Jîna Emînî hate kuştin yek ji çalakiyên herî girîng ên protestoyî yên dîroka Îranê destpê kirin.
- Li Tirkiyeyê di nava 8 salên dawî de li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG'ê 7 hezar û 691 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van karkeran jî Kurd bûn.
- VASKÎ ku ji aliyê şaredariya qeyûm ve tê birêvebirin, sala 2023'an cara sêyemîn buhayê avê zêde kir.