ROJANE
Hemû Nûçe
-
Xebatkarê Rojnameya Atilimê Gozutok hat girtin
Xebatkarê Rojnameya Atilimê Eray Gozutok dema li taxa Gaziyê rojname belav dikir hatibû destgîrkirin, hat girtin. -
Girtiyê siyasî Bayram Aslan piştî 30 salan hat berdan
Bayram Aslan ku 24’ê Îlona 1993’an li Mûşê hat girtin, piştî 30 salan hat berdan û li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. -
Partiya Çepên Kesk: Li Panosê êşkence li girtiyan hat kirin
Di rapora Partiya Çepên Kesk de hat eşkerekirin ku êşkence li girtiyên li Panosê hatiye kirin. -
DFG: Mîrateya Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnamevan Seyîd Evran ê ku bi krîza dil şehîd bû, daxuyaniyek da û diyar kir ku mîrateya Evran wê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî. -
Zaroka di pîrozbahiya AKP’ê de gule li serî ket, jiyana xwe ji dest da
Kubra Çoban ku di pîrozbahiyên piştî hilbijartinên serokkomariyê de li Rihayê gule li serî ket, jiyana xwe ji dest da. -
'Armanc ji tecrîdê pêşîgirtina li bicihhatina fikrên Abdullah Ocalan e'
Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît işaret bi tecrîda giran a 25 salan kir û got, armanc ji tecrîdê pêşîgirtina li bicihhatina fikrên Abdullah Ocalan e. -
ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
PKK-PAJK'ê şehîdên Komkujiya Zindana Amedê ya 1996'an bi bîr anîn
Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê 10 şoreşgerên di komkujiya dewleta Tirk a li Girtîgeha Amedê de ya sala 1996'an hatin qetilkirin û 2 şoreşgerên ji bo şermezarkirina komkujiyê bedena xwe dan ber agir, bi bîr anî. -
ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin’
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 28 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin hatin berdan. -
‘Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin’
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Besra Erol û Hasan Demîrtaş û gotin, “Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin." -
Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin - HATE NÛKIRIN
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên ku ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan, bi awayekî kelepçekirî hatin destgîrkirin. -
Li Stenbolê 8 rojnamevan hatin girtin
Gerînendeyê Giştî yê Aykiriyê Batûhan Çolak û rêveberê Mûhbîrê Suha Çardakli jî di nav de, 8 kes bi sûcdariyên “Agahiyên xelet di nava gel de belavkirine” û “Gel bi kîn û dijminatiyê sorkirin” hatin girtin. -
‘Desthilatdariya AKP’ê dixwaze beriya hilbijartinên herêmî muxalefeta civakî bitirsîne’
Parlamenterê berê yê HDP’ê Kemal Bulbul anî ziman ku polîtîkaya tirsandinê ya AKP’ê bi awayekî li metropolên din cihê xwe girt, lê li Antalyayê bi kêr nehat û got: “Tişta ku tê kirin beriya hilbijartinê tirsandina civakê ye.” -
‘Em ê ji bo mafên girtiyan ku tên binpêkirin têbikoşin’
Hevserokên SDGF’ê ku piştî 6 mehan ji girtîgehê hatin berdan, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan û êşkence bi taybet li girtiyên şoreşger tê kirin û got ku wê binpêkirinên mafan bikin mijara têkoşîna xwe. -
ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Merasîma Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hat lidarxistin
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ku di 30’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de axivî û got: "Çapemeniya Azad li dijî tecrîda Îmraliyê jî rola teşhîr û şermezarkirinê dilîze." -
Dema destgîrkirina 4 kesên ku bi ser malên wan de girtibûn hat dirêjkirin
Leşkeran duh li gundê Zorava yê navçeya Sûrê bi ser gelek malan de girtibûn. Dema destgîrkirina 4 kesên piştî serdegirtinê ji bo îfadeyê çûn qereqola cendermeyan û hatin destgîrkirin heta roja duşemê hate dirêjkirin. -
‘Dixwazin Mêrdînîkê bê daristan û bê mirov bihêlin’
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, HDP’ê ya Qers û Erdexanê çûn gundê Kurd Demîrkapî ya navçeya Mêrdînikê û lêkolîn kirin. -
Rapor: Li Girtîgeha Panosê êşkence li girtiyên jin hate kirin
Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê rapor amade kirin û diyar kirin ku êşkence li du girtiyên jin hatiye kirin. -
Îldem: Werin em zêdetir xwe bi rêxistin bikin
Ramazan Îldem ê 30 sal di girtîgehê ma serbest hat berdan. Îldem wiha got: "Em her roj zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Em yekîtiya xwe ava bikin." -
Dêrsim: Hîzbulkontra wê di heyama pêş de di zindanan de bê bicihkirin?
Pîro Dersim diyar kir ku li zindanan êşkenceya 'girêdana beraz' rêbazeke nû ye, bal kişand ser tifaqa faşîzma AKP-MHP'ê ya bi Hîzbûlkontra û ev pirs kir: Gelo wê Hîzbûlkontrayan li zindanan li dijî hevrêyên me yên li zindanan bêne bikaranîn? -
Li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin
Hate ragihandin ku li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatine destgîrkirin. -
ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Esenyûrtê 3 kes hatin girtin
3 kesên ku di 17’ê Îlonê de li Esenyûrta Stenbolê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.