ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di doza Akademiya Siyasetê ya BDP’ê de cezayê girtîgehê li 5 kesan birîn
Ji 72 kesên ku li Îzmîrê ji ber beşdarbûna Akademiya Siyasetê ya BDP’ê dihatin darizandin, derbarê 5 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Polîsan nehiştin ji bo şehîd Erdal Şahîn konê sersaxiyê bê vedan
Polîsan nehiştin ku ji bo endamê Tabûra Nemiran Erdal Şahîn li ser banê mala malbatê konê sersaxiyê bê vedan. Polîsan malê dorpêç kirin û gef li malbatê xwarin. -
Li Enqereyê di kana komirê de hezaz çê bû
Di kana komirê de li navçeya Beypazari ya Enqereyê, hezaz çê bû, 15 karkir birîndar bûn. -
Qirkirina siyasî dewam dike: 24 kesên din hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de 24 kesên din hatin binçavkirin. Di nava 3 rojan de hejmara mirovên hatin binçavkirin bû 136 kes. -
HBDH: Çalakiya dîrokî ya li Enqereyê bang e
Komîteya Rêveber a HBDH'ê ragihand ku çalakiya Tabûra Nemiran a li Enqereyê sîstem hejandiye û got, "Banga vê çalakiya dîrokî ya li gelên me, mezinkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ye. Divê bersiv ji vê bangê re bê dayin." -
Kûlû: Desthilatdar dixwaze her kesên ne Sûnî û ne Tirk tune bike
Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatiyê li her kesên ne Sûnî û Tirk dike. -
ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2O23'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Yanardag: Em dikarin bi hev re vê dorpêçê bişkînin
Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ku ji girtîgehê derket wiha got: “Hewl didin civakê bitirsînin. Ez ê teslîmî vê nebim û serî netewînim. Encax em bi hev re dikarin vê dorpêçê bişkînin.” -
Rojnamevan Merdan Yanardag hat berdan
Di rûniştina ewil a rojnamevanê girtî Merdan Yanardag de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate berdan. -
Di nava sê rojên dawî de herî kêm 112 kes hatin binçavkirin
Piştî çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk, li dehan bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin, zêdeyî 110 kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Partiya Çepên Kesk : Em derdê lînçkaran baş dizanin
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk ragihand ku daxuyaniya wan a derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye berovajîkirin û gotin: "Gefên kesên ku ji şer û tarîtiyê xwedî dibin, pûç in." -
Doza Kobanê: Me qirkirin protesto kir
Siyasetmedarê girtî Alp Altinors di rûniştina doza Kobanê de wiha axivî: "Me gefa qirkirinê anî ziman. Banga me rewa ye." -
Akin: Heta ku tecrîd bidome nabe qala mafên mirovan bê kirin
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got: “Gelo bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê hûn ê mafên mirovan biparêzin? Heke qala Destûra Bingehîn bê kirin divê beriya hert tiştî ji Tirkiye ji qirêjiyê pak bibe.” -
DAD'ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir
DAD'ê qirkirina siyasî şermezar kir û got, "Em ê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya ketinê." -
Rojnamevan Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
Rojnamevan Ayşenûr Arslan bi hinceta nirxandinên wê yên têkildarî çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li dijî Wezareta Karên Hundir hate binçavkirin. -
Li Mûşê di malekê de cîhaza guhdarîkirinê hat dîtin
Di mala endamê Meclisa Ciwanan a Mûşê ya Partiya Çepên Kesk Marûf Çelîkel û hevalê wî Farûk Kuçukçelebî de cîhazeke guhdarîkirinê ya polîsan hat dîtin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd careke din serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. -
Polîs jinek li Îzmîrê kuşt
Polîs A. E. O. li Îzmîrê Elvîn Ozutaştan kuşt, Fehmî Kaan Berberoglû jî birîndar kir. -
Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di saetên sibehê de li Dêrsimê 6 kes binçav kirin ku rojnamevan jî di nav de bûn. -
Li 18 bajaran nêzî 90 kesan hatin binçavkirin
Piştî çalakiya fedayî ya ku Tabûra Nemiran li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk pêk anî, li 18 bajaran bi kêfî û sîstematîk operasyon hatin kirin û nêzî 90 kes hatin binçavkirin. -
Bîlmez: Ji paradîgmaya Abdullah Ocalan tirsiyan
Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hêzên hegemon pirsgirêkeke mezin bû û got, "Ji ber ku paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkên azadiyê bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike." -
ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Ji ber axaftina Kurdî derbarê parlamenter Omer Ocalan girtek hat girtin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan ji ber ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Kurdî civîneke çapemeniyê li dar xist, derbarê wî de girtek hat girtin. -
Polîsên Tirk cenazeyê şehîd Erdal Şahîn revandin
Cenazeyê Erdal Şahîn ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedayî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hate revandin.