ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2O23'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê axivî û got, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd têne meşandin, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan.
- Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatiyê li her kesên ne Sûnî û Tirk dike.
- KONGRA GEL bang li her kesî kir ku di salvegera komploya navneteweyî de 9'ê Cotmehê beşdarî çalakiyan bibin.
- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li Ewropayê kar dike, malpera xwe ya înternetê xiste weşanê.