Qirkirina siyasî dewam dike: 24 kesên din hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de 24 kesên din hatin binçavkirin. Di nava 3 rojan de hejmara mirovên hatin binçavkirin bû 136 kes.
Di operasyonên qirkirina siyasî de 24 kesên din hatin binçavkirin. Di nava 3 rojan de hejmara mirovên hatin binçavkirin bû 136 kes.
Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê dewam dikin. Di 2'ê Cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê 21 kes hatin binçavkirin ku rêveberên HDK û HDP, rêxistinên civakî yên sivîl di nav de hebûn. Piştî ragirtina li emniyetê 21 kes radestî edliyeyê hatin kirin.
Di 3'ê Cotmehê de li 16 bajaran di operasyonan de 55 kes hatibûn binçavkirin. Li Riha, Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mersîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê piraniya kesên hatin binçavkirin penaber bûn.
Ji kesên hatin binçavkirin 20 jin doh êvarê hatin berdan. Jinên ku bi "endametiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin têkildarî "Saziya Ewlekariya Leşkerî" ya ku tê îdîakirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye pirs hate kirin.
Hate ragihandin ku 4 jin ên penaber ên hatin berdan ji bo bêne dersînorkirin birin Navenda Vegerandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr.
Tê payin ku îfadeya 35 kesan a li emniyetê îro destpê bike.
Di 4'ê Cotmehê de li 15 bajaran 37 kesên din hatin binçavkirin. Ji kesên ku li Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kîlîs, Îdir, hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê hatin binçavkirin li ser parvekirinên li medya dîjîtal ji wan hate pirsîn.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya îro jî diyar kir ku li Erzîrom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê 24 kes di serdegirtina malan de hatine binçavkirin.
Di nava 4 rojên dawî de hejmara kesên hatin binçavkirin bû 136 kes.