ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê têkoşîna ji bo şikandina sîstema Îmraliyê piralî bikin û bi vî rengî têkoşîna azadiyê ya global bikin têkoşîneke bingehîn a demokrasiyê.

- Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hêzên hegemon pirsgirêkeke mezin bû û got, "Ji ber ku paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkên azadiyê bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike."

- Rojnamevan Adil Harmanci ku nûçe li ser Komkujiya Vartînîsê amade kir, anî ziman ku lêpirsîneke rast li ser komkujiyê nehate kirin.

- Rohat Amed qala rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran kir û got, "Bi kedê xwe afirand, tecrûbeyên xwe bi hevalên xwe re parve kir, hevrêyekî derwêşane, şoreşger û pêşeng bû."