Yanardag: Em dikarin bi hev re vê dorpêçê bişkînin

Gerînendeyê Weşana Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ku ji girtîgehê derket wiha got: “Hewl didin civakê bitirsînin. Ez ê teslîmî vê nebim û serî netewînim. Encax em bi hev re dikarin vê dorpêçê bişkînin.”

Di yekemîn rûniştina doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya TELE1’ê Merdan Yanardag ê ku ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kiribû, hatibû girtin, serbest hat berdan. 

Merdan Yanardag ê danê êvarê hat berdan li Sîlîvriyê daxuyanî da û derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de ev tişt anî ziman: "Ev der sembola zilma rejîmê ye. Ji bo berxwedana Geziyê qanûn derxistin. Hewl didin azadiya ramanê bisînor bikin. Min hewl da ku ez azadiya çapemenî û mafên takekesî biparêzim.”

Yanardag diyar kir ku hikûmet bi biryarên dadgehan hewl dide rejîma nû ava bike û wiha pêde çû: “Hewl didin civakê bitirsînin û bitirsînin. Ez ê teslîmî vê nebim. Ez pir hêrs im. Em bi hev re dikarin vê dorpêçê bişkînin.”