Li Îzmîrê di derbarê 72 kesan de ji ber ku beşdarî Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn û ders dan, doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin.
Hin bersûcên ku bi îdiya “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandaya rêxistina terorê” tên darizandin û parêzeran wan, li salona dadgehê amade bûn.
Dozger mutala xwe ku berê ragihandibû ji bo hin bersûcan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê dixwaze, dubare kir.
Piştre parêzer Turkan Aslan Agaç mafê axaftinê girt û diyar kir ku Akademiya Siyasetê yekîneyeke perwerdeyê ye ku li gorî rêziknameya partiyê hatiye avakirin û ji ber di dozê de ti bingeheke hiqûqî nîne, beraatkirina hemû bersûcan xwest.
Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê yê demê Nîzamettîn Ozturk, Hasan Hayrî Dîkîltaş, Alî Haydar Aktaş, Mûarrem Yavûz û Şirîn Emînoglû birî û bersûcên din beraat kirin.