Polîsan nehiştin ji bo şehîd Erdal Şahîn konê sersaxiyê bê vedan
Polîsan nehiştin ku ji bo endamê Tabûra Nemiran Erdal Şahîn li ser banê mala malbatê konê sersaxiyê bê vedan. Polîsan malê dorpêç kirin û gef li malbatê xwarin.
Polîsan nehiştin ku ji bo endamê Tabûra Nemiran Erdal Şahîn li ser banê mala malbatê konê sersaxiyê bê vedan. Polîsan malê dorpêç kirin û gef li malbatê xwarin.
Cenazeyê Erdal Şahîn (Hasan Oguz) ê ji tîma Tabûra Nemiran ku 1’ê Cotmehê li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê çalakiya fedayî pêk anî û şehîd bû, di 2’ê Cotmehê de ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û li goristana navçeya Yenîşehîra Mêrsînê hate veşartin.
Piştî veşartina cenazeyê xwestin ji bo Oguz li ser banê mala malbatê li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê konê sersaxiyê vebidin. Polîsên ku nehiştin kon bê vedan û malê dorpêç kirin, gef li malbatê xwarin.
Ji ber astengiya polîsan malbata şehîd Erdal Şahîn sersaxiyan li mala xwe qebûl dikin.