Polîs jinek li Îzmîrê kuşt

Polîs A. E. O. li Îzmîrê Elvîn Ozutaştan kuşt, Fehmî Kaan Berberoglû jî birîndar kir.

A.E.O. ku li Midûriyeta Ewlehiyê ya Polîsan a Konakê ku navçeyeke Îzmîrê ye, polîstiyê dike, li nava kuçeyê bi çekê gule berdan Hîndekara Dibistana Pîşeyî ya Bilind a Soma ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê, Elvîn Ozutaştan û Fehmî Kaan Berberoglû yê pê re. Ozutaştan û Berberoglû bi xedarî birîndar bûn. Piştî destwerdana xebatkarên tenduristiyê li cihê bûyerê, Ozutaştan rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê lê jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Berberoglû jî ne baş e.

Hat diyarkirin ku polîs A.E.O ku reviyaye, hêj nehatiye girtin.