Kûlû: Desthilatdar dixwaze her kesên ne Sûnî û ne Tirk tune bike

Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatiyê li her kesên ne Sûnî û Tirk dike.

Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû têkildarî binçavkirina hevseroka wan Kadriye Dogan û rêveber û endamên DAD û partiyên siyasî ji ANF'ê re axivî.

Kûlû bi bîr xist ku di dîroka komarê de kiryareke ji rêzê ye ku desthilatdarî dema ku dikeve nava pirsgirêka rewabûnê yekser êrîşî muxalîfan dike û got, "Desthilatdarî her ku tengav dibe bi rengekî dijminane nêzî yên ne ji xwe dibe, carna jî ji xwe re dijminên nû diafirîne û helwesteke êrîşkar nîşan dide. Elewî ji bo dijminatiya wan hedefeke nû nîne. Elewî û Kurd her tim bûne hedef. Ya esasî desthilatdarî her kesên ne Sûnî û ne Tirk ji xwe re weke dijmin dibîne. Lewma jî her kesên li vî welatî divê li hemberî vê desthilatdariya zordar û faşîst bibin yek û li ber xwe bidin."

'SÎSTEM BI ÊRÎŞA LI SER MUXALÎFAN TÊ RÛNIŞTANDIN'

Kûlû ragihand ku dîroka komarê ya sed salî ji bo Elewiyan bi zilmê dagirtî ye û diyar kir ku parlament tenê xwedî mîsyoneke şeklî ye, hikumetên ji aliyê dewleta kûr ve têne dîzaynkirin bi rê ve dibin. Mûsa Kûlû destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê jî 'şeklî' bûn û got, ji dema damezrandina dewleta Tirkiyeyê û vir ve di ti serdemê de demokrasî nîne. Kûlû diyar kir ku Îslam a Siyasî bi bêdengkirina muxalîfan, bi krîmînalîzekirin û tepisandinê hewl dide xwe bide rûniştandin û wiha dewam kir:

"Hilbijartineke şeklî pêk hat, rewşa parlamentê ji xwe li holê ye. Şaredarî ne ji aliyê hilbijartiyan lê ji aliyê qeyûman ve têne birêvebirin. Serê her gavê kalekol têne çêkirin, li polîtîkayên înkarê vegeriyane, Doza Komkujiya Madimakê xistin ber dembihurînê, civak gav bi gav li ber hev tê rakirin. Tayyîp Erdogan got, 'Du salan demê bidin min, piştî du salan wê her tişt li şûna xw erûnê'. Em bi eşkere dibînin bê mebesta xwe çi ye. Gav bi gav Îslam a siyasî tê birêxistinkirin. Îmam li dibistanan têne tayînkirin, Diyanet mîna navendeke fetwayê hewl dide fikrê xwe li nava civakê belav bike, dadgerî jî bi heman têgihiştinê tevdigere. Ev desthialtdarî dijminê her tiştên ne Sûnî û ne Tirk e. Dixwaze yên ne ji xwe tune bike. Nikaribe tune bike jî înkar dike, krîmînalîze dike. Elewî û Kurd her tim bûne hedefa sereke ya helwesta dijminane ya dewlet û desthilatdariyê. Ya ku niha diqewime bi vî rengî ye."

'BERDÊLA XWE ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Mûsa Kûlû anî ziman ku rêxistiniya Elewiyan a salên dawî ku bi pêş ket, desthilatdarî jî dewlet jî gelekî aciz kir û diyar kir ku ji ber vê yekê bi krîmînalîzekirin û terorîzekirinê hewl dide bitepisîne.

Mûsa Kûlû got, "Weke Elewiyan bawerî û rêya me ew  yek hînî me kir ku berdêla xwe çi dibe bila bibe divê em di rêya rast de bi wêrekî bimeşin, li ber xwe bidin."