Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd careke din serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo karibin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin ku li Îmraliyê têne girtin, serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awahî agahî nayê wergirtin.