Di nava sê rojên dawî de herî kêm 112 kes hatin binçavkirin

Piştî çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk, li dehan bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin, zêdeyî 110 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk di roja sêyemîn de dewam kirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku 4'ê Cotmehê li 15 bajaran 37 kes hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin li Stenbol, Wan, Riha, Xarpêt, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kîlîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzlî bûn.

Di 2'ê Cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê di operasyonên dijî HDK û HDP'ê de herî kêm 20 kes hatibûn binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku 3'ê Cotmehê li 16 bajaran di operasyonan de 55 kes hatin binçavkirin.

Di nava sê rojên dawî de hejmara kesên hatin binçavkirin gihîşt 112 kesan.