Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk di saetên sibehê de li Dêrsimê 6 kes binçav kirin ku rojnamevan jî di nav de bûn.
Polîsên Tirk di saetên sibehê de li Dêrsimê 6 kes binçav kirin ku rojnamevan jî di nav de bûn.
Îro di danê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye binçavkirin.