ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Îro salvegera qetilkirina şoreşgera Kurd Nagîhan Akarsel e ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin. Ji bo Nagîhan Akarsel wê gelek çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.
- Ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî destnîşan kir ku Jineolojî ji bo Akademîsyen Nagîhan Akarsel bû pêngavek û zemînê pênasekirina xwe.
- Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem got, Nagîhan Akarsel ku 'êş, hêz û hêviyên jinê di dilê xwe de hîs dikir' bi Jineolojiyê re bû yek.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe de ya li ser şehîdên çapemeniya azad, bal kişand ser nameya dawî ya Seyîd Evran û got, "Tu xweş razê. Pênûs, kamera û çeka te di destê hevrêyên te de ne."
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 7-8'ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê kir.