ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
Kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê de qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn. -
Heval û hogirên Kurdan xwedî li pêngavê derketin
Li çar aliyên cîhanê bi dayîna daxuyaniyan dest bi pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ hat kirin. Heval û hogirên Kurdan jî xwedî li pêngavê derketin. -
Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê hat girtin
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan binçav bû û hat girtin. -
Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' destpê kir
Dostên gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. -
Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bîranîn
Di çalakiya bîranîna şehîdên 10'ê Cotmehê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP hevkarê komkujiyê ye. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdana hevdîtinê hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin ku sê sal in agahiyê jê wernagirin, serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin. -
HBDH’ê ji bo hesabpirsîna ji Komkujiya Gar a Enqereyê bang kir
Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de banga hesabpirsîna ji rejîma faşîst kir. -
KCK: Divê em yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin
KCK'ê kesên ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir ku hêzên demokratîk şoreşger xwedî wê wezîfeyê ne ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê yekîtiya demokratîk û xwişk û biratiya gelan hîn bêhtir xurt bikin. -
ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê dîl hatin girtin
Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Bucayê Nîhat Turk ku 6’ê Cotmehê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Partiya Çepên Kesk: Heta tecrîd neyê şikandin ne pêkan e ji dorpêçê derkevin
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û wiha got: "Heta tecrîd neyê şikandin ne pêkan e ku civak ji vê dorpêça bêhna wê çikandiye derkeve. " -
Dayikên Plaza de Mayoyê: Em piştgirî didin Dayikên Şemiyê
Dayikên Plaza de Mayoyê di peyama piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê de ku rastî qedexe û êrîşên dewleta Tirk tên gotin, “Bese êdî ji bêedaletiyê re.” -
Xelîl Xezelî: Pêwîst e her kurd ji bo azadiya Ocalan bixebite
Rojnamevan Xelîl Xezelî dibêje ku tecrîda reha ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan xerabtirîn cureya binpêkirina mafên mirovan e û diyar dike ku divê hemû kurd ji bo kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” bixebite. -
Li Stenbolê li dijî kamyoneke ku wesayîtên ceyranê hildigirt, çalakiyek hat lidarxistin
Milîsên Firat Çaplik ên HBDH’ê ragihandin ku li dijî kamyoneke ku wesayîtên ceyranê ji Kocaeliyê diçû Stenbolê çalakiyeke sabotajê lidar xistine. -
ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
YCWK’ê li Mêrsînê li dijî hevkaran çalakî kir
YCWK’ê ragihand ku di çarçoveya salvegera Komploya Navneteweyî û bersivdayîna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li Mêrsînê du çalakî li dijî hevkaran li dar xistine. -
Rewşenbîr û hunermendên Kurd: Li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin qadan
Rewşenbîr û hunermendên Kurd bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dan û gotin: “Divê di serî de rewşenbîr, hunermend û hemû kes li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dakevin qadan û xwedî li Rojava derkevin.” -
Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bibîranîn: Kujer DAÎŞ, hevkar AKP!
Kesên di Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dayîn, li Goristana Karşiyakayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Li Kadikoyê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin: Ji Îmraliyê re hezar silav!
Li kolanên Kadikoyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û peyama “Ji Îmraliyê re hezar silav” hat dayîn. -
YCWK’ê: Heta tecrîd bi dawî dibe em ê di nava çalakiyan de bin
YCWK'ê li Îzmîrê li dijî komploya navneteweyî çalakî lidar xist û got, "Em careke din diyar dikin ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe em ê her di nava çalakiyan de bin.” -
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî bibe divê em têbikoşin
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li kongreya SES'ê axivî û got, "Heta tecrîd bi dawî bibe divê em têbikoşin." Aydenîz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê jî û got, dewleta Tirk sûcê şer dike. -
Ciwanên Sosyalîst ên Misirê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan
Rêxistina Ciwanên Sosyalîst a Misirê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Armanc qirkirin û dagirkirine. Divê em hevgirtina xwe xurtir bikin û li ber êrîşên dagirkeriyê rabin.” -
HBDH: Komplo bi temamî bi azadiya Abdullah Ocalan wê têk biçe!
HBDH’ê bi wesîleya salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî daxuyanî da û got: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, bi temamî wê bi azadiya Abdullah Ocalan têk biçe.” -
Girtiyên PKK û PAJK’î: Li dijî tecrîdê pêdivî bi berxwedaneke hîn mezintir heye!
Girtiyên PKK û PAJK’î di salvegera Komploya Navneteweyî de daxuyanî dan û gotin: “Li dijî tecrîdê pêdivî bi berxwedaneke hîn mezintir heye.”