Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin. Rêxistina Ciwanên Sosyalîst a Misirê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da.
Di daxuyaniya nivîskî ya ciwanên sosyalîst de ev tişt hate gotin:
“Dewleta faşîst a Tirk êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kiriye. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên qirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava bi rojane dewam dike. Balafirên dewleta Tirk ên şer û keşfê mirovên sivîl, hêzên leşkerî û tavahî saziyên sivîl dike hedef.
Di vê demê de hemû saziyên navneteweyî û hêzên emperyalîst li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe diparêzin. Ev tê watêya erêkirina van êrîşên qirkirinê. Sîstema dewleta Tirk a dagirker ku serkêşiya wê dîktator Erdogan dike, di bin navê bersiva çalakiya fedaî ya li Enqerê pêk hat, van êrîşan li ser Rojavayê Kurdistanê rawe dike. Lê ev di rastiya xwe de, dagirkeriyekî berfireh û operasyonên qirkirina komî li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê ne.
Em piştgiriya xwe ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tînin ziman û bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê bibin xwedî helwesteke xurt. Em bawer dikin ku, bi berfirehkirina piştevaniyê û destekdayînê, dikarin li dijî şovenizm û faşîzmê derkevin û berxwedana xwe bilind bikin.”