Rewşenbîr û hunermendên Kurd: Li dijî dagirkerî û xiyanetê dakevin qadan

Rewşenbîr û hunermendên Kurd bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dan û gotin: “Divê di serî de rewşenbîr, hunermend û hemû kes li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dakevin qadan û xwedî li Rojava derkevin.”

Însiyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Demokratîk derbarê êrîşen dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, helwesta PDK'ê ya li hemberî van êrîşan û hevkariya bi dewleta Tirk re li Burgerzentrum Ehrenfeldê ya bajarê Kolna Elmanyayê daxuyanek da. Siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Kurd tev li civînê bûn. Ewilî ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliye hunermend Hekîm Sefkan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyar kirin: “Dewleta Tirk a dagirker a ku li Zap, Avaşîn û Metînayê nekarî li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, vê carê jî bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrîş kir. Hîna jî êrîşan berdewam dikin. Niha jî bi hinceta çalakiya li Enqereyê bi rojan e li Bakurê Kurdistanê operasyonên binçavkirinê yên qirkirina siyasî pêktîne. Bi vê yekê jî neman di 5’ê Cotmehê de êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê kir û bêyî navber herêmê bombebaran dike. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan hemû rêgezên exlaqî, mirovî û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Dewleta Tirk a dagirker bi fermana Erdogan û Serokê MÎT’ê yê berê Hakan Fîdan hemû binesaziyên Rojava û qadên jiyanê yên weke nexweşxane, depoyên avê, genim, santralên elektirîkê û kargehên xizmetguzariyê dikin hedef. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev sûcên şer in û sûcê li dijî mirovahiyê ne.

 Di salvegera Kompoloya 9’ê Cotmehê de ev êrîşên dagirkeriyê ne tesaduf in. Di van êrîşên dagirkeriyê de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Qadên jiyanê tên wêrankirin. Herî dawî duh dîsan êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Mizgefta wargehê di saetên nimêjê de hate bombebarakirin. Cîhan li dijî vê hovîtiyê bêdeng e. PDK ku li dijî êrîşên li ser Kurdan bêdeng e, bi lez û bez çalakiya li Enqereyê şermezar kir. Gelo çima êrîşên Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û Mexmûrê tên kirin şermezar nakin. Ev hemû ne tesaduf in. Ev hemû êrîş berdewamiya qirkirina li ser Kurdan û li ser Rêber Apo ye.

Di salvegera kompoloyê de dîsan hêzên tarî êrîşên xwe li ser Kurdan didomînin. Êrîşên ku îro li ser Rojava, Şengal û Maxmurê tê kirin jî di heman çarçoveyê de ye. Li hermberî her cure êrîşên dermirovî û bê exlaq, îro hemû hêzên parastina Rojava û gelê Rojava, di hemû çeperan de xwe diparêzên û bersiv didin dagirkeran. Em jî weke hunermend û rewşenbîrên Kurd dibêjin, gelê me bi berxwedana xwe ya bi rûmet çawa Kobanê parast, divê îro jî Rojava, Şengal û Maxmurê biparêzin. Parastina Rojava, Şengal û Maxmurê parastina Kurdistanê ye. Parastina Rêber Apo ye.

Ev 25 sal in li dijî komploya navneteweyî, gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi dilsoziya şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de bi berxwedaneke mezîn, têkoşîna azadiyê dimeşîne. Gele Kurd û Tevgera Azadiyê li dijî hemû êrîşên qirkirinê, di roja destpêkê heta roja îro li hemberî komploya navneteweyî helwesteke tund nîşan dan û xwedî li Rêber Apo derket. Ev helwest îro li hemû cîhanê belav bûye. Em jî weke Însiyatîfa Demoqratîk ya Hunermend û Rewşenbîrên Kurd, li gel vê tekoşînê, careke din di salvegera 25’emîn de komploya navnetewî û hêzên komploger şermezar dikin.

Gelê Kurd, salvegera komploya navneteweyî de li seranserê Cihanê di nav berxwedaneke mezin de çalakiyên nû pêş dixin. Bi vê wesîleyê em jî bang li hemû gelên Kurdistanê û dostên xwe dikin ku li her deverê tev li çalakiyan bibin. Hem li dijî komployê dengê xwe bilind bikin û hem jî bi ruhê berxwedana Kobanê, Rojava biparêzin.

Em weke Hunermend û Rewşenbîrên Demokratîk ya gelê Kurd diyar dikin ku Dewleta Tirk û hevkarên wê çi dibêjin bila bibêjin, bila herkes zanibe ku ev şer ne li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em bang li gelê xwe û hemû hunermend û rewşenbîrên demokrat dikin ku li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest bin û li her cihê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.“

 

Piştî daxuyaniyê deklerasyona bi îmzeye 290 kesan a li dijî PDK‘ê ku hevkarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li herêmên gerîla ye, ji aliyê hunermend Bermal ve hate xwendin. 

Piştî daxuyaniyê deklerasyona bi îmzeya 290 kesan a li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya bi dewleta Tirk re hat xwendin. Deklarsyon ji aliyê hunermend Bermal Çem ve hat xwendin.

Di deklarsyonê de ev tişt hatin gotin: “Em weke rewşenbîr û hunermendên dilsoz ên ku bi nirxên azadiyê yên hemû gelên cîhanê, bi taybet gelê Kurd, ji bo parvekirina vê daxuyaniyê hatin cem hev. Weke pêwîstiya erkên xwe yên civakî, em dixwazin xiyaneta li nirxên azadiyê yên gelê Kurd deşîfre bikin, balê bikşînin ser rewşa tarî ya ku welatê me tê de ye û li hember tifaqa qirêj a PDK’ê ku bi faşîzma AKP-MHP’ê re ketiye nava tevgerê, helwesta xwe ya zelal nîşan bidin.

Îro jî di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de em li dijî siyaseta înkar û îmhayê ya ku 100 sal in li ser gelê me tê meşandin, li ber xwe didin. Em hunermend û rewşenbîr 100 sal in bi gotin, helbest, pirtûk, şano û folklora xwe cihê xwe di nava vê berxwedanê de digrin. Ji ber ku me hewl da bi hunerê bibin zimanê êş û coşa gelê xwe. Me efsaneyên lehengên ku li zindan û çiyayan li berxwe didin gotin. Me bi muzîk û helbestan ruh li doza xwe ya azadiyê zêde kir û em ê berdewamî vê bikin. Me dîroka xwe wek dengbêj nifş bi nifş gihand heta îro. Weke her car îro jî em cihê xwe di doza dadmendiya gelê xwe de digirin û careke din diyar dikin ku li hember her kesê ku gefê li berjewendiyên me yên netewî dixe û bixe xeteriyê em ê li ber xwe bidin.

Rêber Apo bi rêbazên têkoşîna siyasî ya demokratîk ku di sala 1993’yan de bi pêvajoya agirbestê re dabû destpêkirin, ji bo çareseriya pirsa Kurd û misogerkirina demokratîkbûna Tirkiyeyê dest bi pêvajoyeke cuda ya stratejîk kir. Tevî ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsa Kurd û aştiya Rojhilata Navîn hewldanên mezin daye, tevî ku nêzî sî sal derbas bûne jî, komara Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî van hewldan û helwesta aştiyê ya Rêber Apo, bi zanebûn û erêkirina sazî û rêxistinên navneteweyî, Rêberê me xistiye nava tecrîda mutlaq, bi bêparkirina ji hemû mafên wan ên di pergala îşkenceya Îmraliyê de wî radigre û wî ji cîhana jiderve îzole dikin û bi vî awayî pêşî li aştî û çareseriyê digire.

Dewleta Tirk bi plana çokdanînê ya ku di sala 2015’an de xistiye meryetê, dixwaze bi destê faşîzma AKP-MHP’ê û bi xeta hevkarî û xiyanetê ya PDK’ê re siyaseta xwe ya qirkirina fizîkî û çandî li ser Kurdan pêk aniye, di sedsaliya komarê û Lozanê de temam bike. Ji ber vê yekê li gel tecrîda mutleq a 24 salan a li ser Rêber Apo tê meşandin, li dijî Gerîlayên Azadiyê di serî de çekên kîmyewî serî li her cure rê û rêbazên derqanûnî û bêexlaqî, dide. Ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê êrîşî nirxên mafdar ên azadiya gelê Kurd dike. Ger hûn bala xwe bidinê hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk ên civakê di serî de jin û ciwan di hedefa van êrîşan de ne. Di vî warî de, pêkanînên şerê taybet ên topyekûn ne tenê Rêber Apo û hêzên gerîla, hemû hêzên siyasî yên demokratîk ên civakê, rewşenbîr û hunermend, jin, zarok, girtiyên nexweş û kal û heta gorên mirovên me yên ji bo doza xwe ya rewa şehîd bûn jî bûne armancên êrîşan. Ev rewş êrîşeke îmha û tasfiyeyê ya topyekûn e, êrîşa şikandina îrade û teslîmgirtinê ye.

Ev êrîşên ku ji aliyê sîstema qirkirinê ve bi armanca înkar û îmhayê hatine pêşxistin, li gel operasyonên qirkirina leşkerî û siyasî, qirkirina çandî yên di çarçoveya pêkanînên şerê taybet de hatine pêşxistin, wê hewldanên tinekirinê bidomînin. Divê em weke rewşenbîr û hunermendên civakê vê yekê bi zelalî bibînin. Pêwîst e li hemberî van êrîşan helwest, sekn û tedbîrên pêwîst bên pêşxistin. Ji ber ku îro ji ber van polîtîkayan gelên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zîhniyet û siyaseteteke desthilatdariyê ya ku her roj ji demokrasiyê dûrtir dibe û maf û azadiyên wê yên bingehîn di bin xeteriyê de ne, rû bi rû ne. Ev polîtîkayên AKP û MHP’ê aştiya civakî û demokrasiyê qels dike û edaletê ji holê radike. Mafên bingehîn ên weke azadiya jinê, azadiya ramanê, azadiya fikir, azadiya çand û hunerê û azadiya çapemeniyê dikevin nava xeteriyeke cidî. Tifaqa xiyanetê ya qirêj a ku PDK’ê bi faşîzma AKP-MHP’ê re kiriye, vê xeteriyê kûrtir dike û bi polîtîkayên qirkirinê, Kurdên ku bi ziman, çand, edebiyat û hunera xwe azad difikire, dixwaze bi temamî ji holê rake.

Li gel van hemû pêkanînên dewleta Tirk, rayedarên PDK’ê bi xalîçeyên sor pêşwaziya dijminên Kurdan ên sondxwarî yên wekî Hakan Fîdan kirin û hembêz kirin û piştre di daxuyaniya xwe ya yekemîn de herêmên Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk ew dagir kirine hinekî din berfireh kirin û gotin ‘Weke ku Erdogan dibêje’ Kerkûk bajarekî Tirkmenan e. Ligel ku di sala 1980’an de PDK’ê bi PKK’ê re ji bo şerê Kurd bi Kurd neyê kirin Peyman îzmze kirin jî, lê sala 1985’an PDK’a mala Barzanî alozî çêkir û sala 1987’ê bi awayekî yekalî peyman binpê kir. Ji sala 1992’an heta 1997’ê PDK’ê tevî dewleta Tirk 7 caran êrîşî Gerîlayên Kurdistanê kir. Mala Barzanî 3 Tebaxa 2014’an xiyaneta xwe ya dîrokî li hember gele Êzîdî û Şengala pîroz kirin û gele Êzidî û Şengala pîroz ji çeteyên DAÎŞ’ê re hîştin. Bi hevkariya xwe bu alîgirê dewleta Tirk û erişên li ser Rojava û Maxmûra ku Hewlêr parast re rê vekirin. Îro jî dîsa bûye aliyekî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî êrîşên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna. Herî dawî di 14'ê Îlonê de bi zêdeyî 200 maşînên zirxî li herêma Sîdekan a herêma Bradostê dest bi tevgerê kir û li herêma Goşîne li çeperên gerîlayan ên li Gewriya Zînê xist. Hevkariya PDK-MÎT’ê bi êrîşa 18’ê Îlona 2023’yan a li dijî nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê û qetilkirina nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun, careke din derket holê û xiyanetê derbeke din li gelê me xist.

Heta niha Tevgera Azadiya Kurd û gerîlayên wê her tim hesasiyetek mezin, daxuyanî dane û bang li gelê Kurd kirine ku li dora berjewendiyên netewî bibin yek, ji bo ku ev rewşa metirsîdar tevî her cure hewldanên êrîşkar ên provokatîf ên PDK’ê veneguhere şer bang kirine. Hemû derdorên hesas ên demokratîk piştgirî dan van bang û daxuyaniyan. Dîsa însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên netewî gelek cara hewildan û bangawaziya konferansa netewî kirine. PKK’ê hertim bersivên erenî daya bangawaziya hunermend û rewşenbîra. Lê PDK van nêzîkatî û bangên hestiyar ji nedîtî ve tê û di êrîşên dewleta Tirk de cih digire.

Polîtîkayên faşîst ên AKP û MHP'ê, êrîş û pêkanînên wan ên mêtinger ên bi armanca tunekirina daxwazên demokratîk ên gelê Kurd, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Tifaqa PDK'ê ya bi van partiyan re eşkere nîşan dide ku xiyanet li Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd kiriye. Nayê qebûlkirin ku PDK bi vê tifaqê îradeya gelê Kurd paşguh bike, daxwazên wan ên mafdar paşguh bike, êrîşî maf û azadiyên wî yên demokratîk bike. Ev helwest nîşaneya xiyaneta li dijî nirxên azadiya gelê Kurd e. Bi vê boneyê em weke rewşenbîr û hunermend radigihînin ku tifaqa qirêj a PDK’ê ya bi faşîzma AKP-MHP’ê re û xiyaneta wê ya li gelê Kurd re em bi tundî şermezar dikin. Em bang li pêşmergeyên welatparêz û bi rûmet dikin ku bila neyin leyîstokên qirêj ya dewleta Tirk a faşist û li gel xiyaneta mala Barzanî cîhê xwe negrin.  Weke dengê wijdanî yê civakê em ji raya giştî re radigihînin ku em li cem Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd in û em nirx û mafên demokratîk diparêzin.

Divê were zanîn ku di vî şerî de êdî di navberê de mayîn, nemaye. Binavkirina vî şerî weke ‘birakûjî’, bi taybetî jî bi bangên yekîtiya neteweyî yên ku tu prensîbên wan tune ye, wê bibe tehrîfa herî mezin a di dîrokê de. Ev şer di dîrokê de şerê herî dijwar û mezin û di nav gelê Kurd û dijminê wî de ye. Di vî şerî de Kurd sedsala xwe ava dikin lê dagirkerên Kurdistanê û dijminê Kurdan jî bi destê xiyaneta PDK’ê ya malbata Barzanî ku şerma dîrokî ya gelê Kurd e, dixwazi qirkirinê temam bikim. Êrişa wan a bi hev re ji ber wê yeke ne tesadufî ye.

Bi hemû rewşenbîr û hunermendên ku bersiva vê bangê dane, em ê li ber xwe bidin û vê helwesta xiyaneta PDK’ê ya malbata Barzanî eşkere bikin û nirxên Azadiya Gelê Kurd biparêzin. Em ê bi her kesên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadî û edaletê re bên cem hev û xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi berxwedan û xwedîderketina li azadî û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vê tifaqa tarî bişkînin. Ji ber ku em dizanin weke rewşenbîr û hunermend dema em gotin, pênûs û hunera xwe bikin dengê gel wê têkoşîna azadiyê xurtir bibe.

Bi îmzekirina vê metna deklerasyonê re, em helwesta xwe ya ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd a azadiyê, li dijî tifaqa xiyaneta qirêj a di navbera faşîzma PDK û AKP-MHP'ê de nîşan didin. Weke rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê, em bang li her rewşenbîr û hunermendekî ku dixwazin tev li vê têkoşînê bibin, dikin ku piştgiriyê bidin vê daxuyaniyê û dengê xwe bilind bikin. Em ji bîr nekin ku demokrasiya ku wê bi qîrîna azadiyê re were, ancax bi hêza wijdana civakî dikare bijî.”

Rewşenbîr û hunermendên îmzeya wan li bin deklrasyonê ye:

1. Dilovan           

2. Hozan Şemdîn

3. Hozan Comert

4. Xelîl Xemgîn

5. Ganî Nar        

6. Hozan Aydin

7. Hozan Emekci

8. Ali Baran

9. Xanemîr

10. Mikail Aslan

11. Beser Şahîn

12. Rotînda Yetkiner

13. Denîz Deman

14. Nûarîn

15. Seyda Perinçek

16. Fîrmesk Hafez

17. Hozan Kawa

18.  Hozan Maruf

19.  Barzan Şaswar

20.  Diyar Dersim

21.  Xemgîn Bîrhat

22.  Hozan Dino

23.  Bengî Agirî

24. Hekim Sefkan

25. Nebez Abdullah

26. Şeyda Qawamî

27. Bermal Çem

28.  Amele

29.  Hêmen Kurdaxî

30. Mahmoud Berazî

31.  Şero Hinde

32. Mizgin Tahir

33. Nejmedîn Xulamî

34.  Merdan Zîrav

35. Heci Musa

36. Xalid Cudi

37. Rozerîn Ibrahîm

38. Sumeya Muhemed

39. Caziya Kinco

40. Resîd Sofî

41. Hisên Xanê

42. Beşîr Mele

43. Alî Mansur

44. Remedan Omeri

45. Beha Sexo

46. Sefinaz Evdik

47. Şiyar Agirî

48. Cewad Merwani

49. Ahmed Pelda

50. Faruk Sakik

51. Heval Arslan

52. Selahattin işildak

53. Medenî Ferho

54. Memo Gûl

55. Xeyrettin Çelik

56. Omer Guneş

57. Duzgun Denîz

58. Ayşe Serdar

59. Hozan Sosin

60. Kawa Urmiye

61. Xiyasettin Şehir

62. Piro Gali      

63. Weli Boti

64. Mustafa Lala

65. Yasin Poyraz

66. Peywan Arjîn

67. Şerîf Omerî

68. Simar

69. Azad Karahan

70. Farqîn Azad

71. Sarya Nurcan Kaya

72. Deniz Kaya  

73. Murad Bakrat

74. Suna Alan

75. Armanç

76. Lezgîn Botan

77. Leyla Îmret

78. Ahmet Yıldırım

79. Asli Fîlîz

80. Murat Îpek

81. Rêbwar Perwîzî

82.Kawa Şêxê

83. Sîpan Xelat

84. Cevahir

85. Feyzî Kiliç

86. Yilmaz Tekin

87. Zahir Loran

88. Binevş Roj

89. Onur Evîn

90. Hozan Axin

91. Hasan Saglam

92. Qadrî Zana

93. Delîl Xidir

94. Aşik Zemanî

95. Dilan Ozdemir

96. Dindar Erbek

97. Menduh Polat

98. Ali Gavan

99. Mehmet Bircan

100. Halil Akinci

101. Ozgur Işik

102. Idris Bagok

103. Serdar Azad

104. Gûlan Sitranbêj

105. Hemîd Urmîye

106. Hemze Serhed

107. Seid Serhed

108. Elî Serhedî

109. Tîtalê Feyzo

110. Memo Yapiştiran

111. Mem Ozan

112. Îbrahîm Zinar

113. Şahîn Delalî

114. Nedîme Huseyîn

115. Hêrîş Eshed

116. Şerzan Emîn

117. Nezîra Burhan

118. Sîyamend Burhan

119. Suat Usta

120. Deza Amed

121. Diyar Mahrovî

122. ŞefikYıldız

123. Meral Alkan

124. Sedat Şahin

125. Enver Akdeniz

126. Ulaş Kelaşîn

127. Bahat Bulut

128. Hozan Menal

129. Dîda

130. Nusret Içli

131. Mehmet Savaş (MemêXozê)

132. Çetin Zilan

133. Dilber Kobanê

134. Necati Güve

135. MahsumSever

136. Rênas Demhat

137. Rojda Şêxo

138. Faruk Polat

139. Haki Arji

140. Umit Dal

141. Ahmet Rezam

142. RemziyeAktan

143. Ahmet Aktaş

144. Hecî Çelîk

145. Yeko Ardil

146. Mehmut Aydin

147. Hûsyîn Yilmaz

148. Sara Aktaş

149. Arya Çelik Koma Nujîn

150. Kuzey Şenlik

151. Mitan Arî

152. Mervan Tiryakî

153. Fatoş Hevî

154. Nur Can

155. Sîrîn Alma

156. Kanî Bîlal

157. Şerîf Çîçek

158. Kerem Çelik

159. Mehmet Hezexî

160. Reber Serhed

161. Dîldar

162. Diyadîn

163. Berbang Hilat

164. Fîraz Baran

165. Cîwan Cewlîg

166. Ikram Balekanî

167. Pîroz Gûltekîn

168. Fîrat Baran

169. Berxwedan Efrînî

170. Dîmas

171. Celal Yildiz

172. Şexmus Olmez

173. Umut

174. Salîh

175. Tuncer Yalinkiliç

176. Jîyan Arjîn

177. Samî

178. Firat Kawa

179. Yaqoub Tilermenî

180. Cemal Haci

181. Evîn Çoban

182. Ronahî Efrin

183. Mustafa Şahîn

184. Beşdar Hêjar

185. Amed Sileman

186. Goran babaali

187. Pîya

188. Leyla Ekîncî

189. Yîlmaz Beyazgul

190. Qader

191. Newroz

192. Gulan

193. Aysel Gule

194. Evîn Pepul

195. Jîyan Qamîşlo

196. Ruken Dersim

197. Welat

198. Hîkmet

199. Remezan Olçen

200. Mahîr Uzmez

201. Mursel Yildiz

202. Êrîş Qoser

203. Rengîn Kardelen

204. Ikram Işler

205. Şivan Cizîrî

206. Erdelan Silêman

207. Îmad Ibrahîm

208. Mihsin Delî

209. Moaz Bilûrvan

210. Eyşê Serdar

211. Rewşen Ibrahîm

212. Haystan Mihemed

213. Danîs Botan

214. Selman Ibrahîm

215. Mihemed Cudî

216. Niyazî Seydo

217.Rêzan Ebido

218. Newroz Silêman

219. Diyar Omer

220. Mesut Krad

221. Nadya Derwîş

222. Ibrahîm Feqe

223.NumanYigit

224. Muhyedin Erselan

225. Semîr Orkês

226. Tariq Mîrza

227. Şukrî Sobarî

228. Mistefa Xalid

229. Hesen Derik

230. Behced Alî

231. Mihemed Şexmus

232. Narîman Evdikê

233. Mistefa Xalid

234. Sefînaz Evdikê

235. Botan Hoşê

236. Aras Hiso

237. Evîn Tayfur

238. Ebdulkerîm Eluş

239. Ehmet Zerdeşt

240. Silêman Mehmut

241. Amir Ferso

242. Menhel Xelef

243. Fîxan Hîmo

244. Mamed Mîrza

245. Aram Hesen

246. Darwîn Darî

247. Ehmed Îbrahîm

248. Cewan Teter

249. Dilvîn Tobal

250. Zara Mihemmed

251. Dilşad Murad

252. Xwunav Omo

253. Mihemmed Selîm

254. Melevan Resul

255. Mehmud Bûbe

256. Macid Botan

257. Yunis Bahrem

258. Jiyan Osman

259. Cihad Omer

260. Silava

261. Hamît Aydin

262. Gûlîstan Gûnmetîn

263. Murat Îpek

264. Aysel Swed

265. Dilyar Şêxo

266. Sîpan Efrînî

267. Hikmet Bira

268. Alîcan Roj

269. Necat Baysal

270. Merda Arî

271. Lavîn Perînçek

272. Sileman Rengin

273. Beyan Soran    

274. Sipan Alvoz

275. Berîvan nazdar

276. Sercan Kobani

277. Yeqin

278. Sinan Hezer

279.Serhat Hulaku

280. Merîwan Mihemmed

281. Mîrşad Mihemmed

282. Gûlê Mayera

283. Mîrşad

284. Filiz

285. Şiyar û Dijwar

286. Lezgîn Botan

287. Şerîf Oxir