YCWK’ê li Mêrsînê li dijî hevkaran çalakî kir

YCWK’ê ragihand ku di çarçoveya salvegera Komploya Navneteweyî û bersivdayîna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li Mêrsînê du çalakî li dijî hevkaran li dar xistine.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan (YCWK) ragihand ku di çarçoveya salvegera Komploya  Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê du çalakî li dijî hevkaran li dar xistine.

Di daxuyaniya YCWK’ê de wiha hate gotin: “6’ê Cotemehê di saet 21:40’an de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dijî kargeha vezîvirandinê ya Alperen ku bi hêzên dijmin re hevkariyê dike, çalakî hat kirin û kargeh hat îmhakirin. Her wiha 6’ê Cotmehê di saet 22:10’an de li taxa Çîlek ya navçeyê qemyona kesê bi navê Huseîn Bozkur ê bi MHP’ê re hevkariyê dike, hat şewitandin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du çalakî jî li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û êrîşên li dijî Rojava hatine kirin û wiha hat gotin: “Divê her kes bizane ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe û çeteyên faşîst ên dagirker axa Kurdistanê neterikînin wê çalakiyên me bidomin û em ê li tevahî Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê bersivê bidin êrîşên dawî yên bi ser Rojava.”