Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê dîl hatin girtin

Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Bucayê Nîhat Turk ku 6’ê Cotmehê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Îzmîrê di 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP'a Bûcayê Nîhat Turk hatibûn binçavkirin. Îro her sê hevserok piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her sê kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îzmîrê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" her sê hevserok girtin. 

Girtina hevserokan li korîdorên edliyeyê bi çepik û tilîliyan hat şermezarkirin.