ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê bêne şopandin.
- Dûran Kalkan: Bi qasî Îmraliyê cihekî dijminê Kurdan nîne. Ev mejî û siyaseta qirker mêtinger dixwaze Kurdistanê li Kurdan bike cihê mirinê. Lê belê cihê ku ev yek kêlî bi kêlî lê tê meşandin Îmrali ye.
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang kir ku durûtiya desthilatdariya Tirk a bi serkêşiya Erdogan bê dîtin ku ji bo Fîlîstînê banga 'xwînsariyê' kiribû û xwest, her kes li ber zilma li ser Kurdan rabe.
- Malbatên şehîdan ragihand ku ew ê li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe bidin, serî netewînin.
- Hunermend Delîl Mîrsaz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dihate ferzkirin têk bir û got, "Di çand, ziman û nasnameya her gelî de israr kir û jiyaneke hevpar ava kir."