Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê hat girtin
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan binçav bû û hat girtin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan binçav bû û hat girtin.
Zekiye Îlbasan di çalakiya protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rû bi rûyê tundiya polîsan bû û hat binçavkirin.
Zekiye Îlbasan ku derxistin dadgehê, bi îdiaya ‘’Li ber polîsan li ber xwe daye’’ hat girtin û ket Girtîgeha Jinan a Amedê.
DBP’ê di daxuyaniya xwe de ku li ser X’ê parve kir, wiha bertek nîşan da: ‘’Alîkara Hevseroka me ya giştî Zekî Îlbasan, duh piştî çalakiya li ser komploya 9’ê Cotmehê ya li Amedê, hat derbkirin û binçavkirin, îro jî hat girtin. Girtina hevala me, hewila qirkirina siyasî ya berpêyî biryardariya çalakiya me ye.’’