ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Platforma Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re di serî de Strasbourg wê li 74 bajaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyaniyê bide çapemeniyê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî vê yekê wê werin şopandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ji bo Tirkiyeyê bûye hilweşîn û got, "Di encama 25 salan de gel, jin bi ser ketin. Têkoşîna azadiyê mezin bû, gerdûnî bû. Dewleta Tirk û hêzên komploger teşhîr bûn."
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê kesên ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir ku hêzên demokratîk şoreşger xwedî wê wezîfeyê ne ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê yekîtiya demokratîk û biratiya gelan hîn bêhtir xurt bikin.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kirin û gotin, "Zext wê nikaribe berxwedan û têkoşîna me lawaz bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê têkoşînê mezin bikin."
- Midûrê Karên Avê yên Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso diyar kir ku dewleta Tirk bi bombekirina qadên elektrîk, av û petrolê gel bêçare hiştiye û zexta koçberiyê ferz kiriye.
- Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser piyan e, li ber xwe dide û têdikoşe.