YCWK’ê: Heta tecrîd bi dawî dibe em ê di nava çalakiyan de bin

YCWK'ê li Îzmîrê li dijî komploya navneteweyî çalakî lidar xist û got, "Em careke din diyar dikin ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe em ê her di nava çalakiyan de bin.”

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

YCWK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt got, "Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj kûrtir dibe. Komplo bi paradîgmaya Rêber Apo hat vala derxistin. Niha dema şikandina tecrîdê ye. Çalakiyên me wê li her derê bidomin."

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

"Weke YCWK'ê em careke din diyar dikin ku heta sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bê rakirin, em ê di nava çalakiyan de bin. Di vê çarçoveyê de şevê din saet di 04.30'an de yekîneyên me li dijî şaxa Coldwell Banker ê li Bornova ya Îzmîrê bi teqemeniya destçêkirî çalakiyek lidar xistin. Ev çalakî ji bo hişyariyê ye! Weke YCWK’ê em bi israr in ku em ê li her derê û her demê di nava çalakiyan de bin."