Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdana hevdîtinê hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin ku sê sal in agahiyê jê wernagirin, serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin ku sê sal in agahiyê jê wernagirin, serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.