Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî bibe divê em têbikoşin
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li kongreya SES'ê axivî û got, "Heta tecrîd bi dawî bibe divê em têbikoşin." Aydenîz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê jî û got, dewleta Tirk sûcê şer dike.
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz li kongreya SES'ê axivî û got, "Heta tecrîd bi dawî bibe divê em têbikoşin." Aydenîz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê jî û got, dewleta Tirk sûcê şer dike.
Şaxê Amediyê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) kongreya xwe ya 11'emîn a asayî li navçeya Sûr a Amedê lidar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li gel nûnerên gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî tevlî kongreyê bûn.
Hevserokê SES'ê Şiyar Guldîken diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê mafê jiyanê nade Kurdan û got, "Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin."
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî got, "Îro Şerê Cîhanê yê 3'yemîn diqewime. Vî şerî bi şerê Ûkrayna-Rûsyayê destpê nekir. Bi şerê du rojên dawî yên Fîlîstîn-Îsraîlê destpê nekir. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn li Rojhilata Navîn û li dilê Kurdistanê dewam dike. Sedema vî şerî jî sîstema neteweya demokratîk e. Şerê Ûkrayna-Rûsya û Îsraîl-Fîlîstînê divê bi vî rengî bêne nirxandin."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ
Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd li her qadên civakê belav bûye. Aydenîz got, "Tecrîd di heman demê de pirsgirêka tenduristiyê ye. Bi vî rengî divê bê nirxandin û li dijî tecrîdê li her qadê têkoşîn bê meşandin."
Aydenîz ragihand ku sedema krîza aborî, civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê 'dijminatiya li Kurdan e' û got, "Destketiyên Kurdan li ku derê hebe êrîşî wê derê dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê îro êrîşî ziman, çand û statuya Kurdan dike. Îro li Rojava êrîşî elektrîk, stasyonên petrolê, depoyên genim û avê û nexweşxaneyan bombe dike. Ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê ye. Ev yek nîşan dide ku ev şer sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan li Başûr û Rojava sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Lewma şer pirsgirêka tenduristiyê ye."
Di kongreyê de peyama Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya dîlgirtî Hulya Alokmen Ûyanik jî hate xwendin.