Li Stenbolê li dijî kamyoneke ku wesayîtên ceyranê hildigirt, çalakiyek hat lidarxistin
Milîsên Firat Çaplik ên HBDH’ê ragihandin ku li dijî kamyoneke ku wesayîtên ceyranê ji Kocaeliyê diçû Stenbolê çalakiyeke sabotajê lidar xistine.
Milîsên Firat Çaplik ên HBDH’ê ragihandin ku li dijî kamyoneke ku wesayîtên ceyranê ji Kocaeliyê diçû Stenbolê çalakiyeke sabotajê lidar xistine.
Milîsên Firat Çaplik ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) gotin, "Çalakiyên me yên li dijî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê dewam dikin. Vê carê me li dijî kamyona ku wesayîtên ceyranê hildigirt û ji Kocaeliyê ber bi Stenbolê ve diçû, çalakiyeke sabotajê lidar xist."
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li Koçaeliyê mekanîzmaya taybet a ku me di êvara 6’ê Cotmehê de li wesayîtên ceyranê barkiriye, li derdora Stenbol/Tuzlayê wesayît şewitand. Di demeke kin de hem wesayîtên ceyranê û hem jî kamyon bi temamî bû xwelî. Em li her derê ne û em her tim li ser patika we ne! Em ê li hemû baregehên we yên aborî, siyasî û leşkerî bidin û çalakiya xwe berdewam bikin!