ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Îro salvegera 25'an a komploya navneteweyî ye ku 9'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Li gelek bajarên Kurdistanê û cîhanê wê hêzên komploger bêne şermezarkirin.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku bi têkoşîna gelê Kurd wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe û komplo biqede.
- Parlamenterê Mersînê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan diyar kir ku dewlet dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide jibîrkirin, lê belê gelê Kurd ji bîr nake û ji bo paradîgmaya wî bi cih bîne dixebite.
- Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Nejbîr Sêrt destnîşan kir ku êrîşên li Kurdistanê bi taybetî jî yên li zindanan tenê bi têkoşînê dikarin bêne rawestandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.