Di hevpeyvînekê de rojnamevan Xelîl Xezelî li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nirxandinan dike û destnîşan dike zêdetirî 30 mehî ye ku tu xeber û agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan nîn e. Xezelî daxwazê ji gelê Kurd dike ku erka xwe ya exlaqî û neteweyî bi cih bîne û bê cudahiya siyasî, hizbî û zayendî li dijî tecrîdê tê bikoşe.
Deqa nirxandinên Xelîl Xezelî wiha ye:
Komploya navneteweyî ku 25 sal di ser re derbas dibin, encama wê zîndana Îmraliyê bû. Ez piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” radigihînim. Sedemên min ên ku ez piştgiriya vê kampanyayê dikim, ev in:
"Ya rast dewleta Tirk di çarçoveya dosyeya teror û terorîzmê de li tevgera Kurd û birêz Ocalan dinêre û bi vî awayî li dijî bakurê Kurdistanê û hetta li dijî hemû beşên din ên Kurdistanê rawestiyaye. Mixabin civaka navneteweyî wekî Amerîka û Ewrûpa piştgiriya dewleta Tirk dikin. Eger em li gorî prensîbên mirovî û navneteweyî li reftarên dewleta Tirk û gelê Kurd binêrin û em her duyan berawird bikin, bêguman reftarên dewleta Tirk dikevin çarçoveya terorîzmê. Dewleta Tirk ne tenê di wexta serokatiya Erdoxan de, ji destpêka derketina kemalîzmê ve dest bi komkujiyê kiriye li hember gelê Kurd. Dewleta Tirk sed sal e li dijî gelê Kurd terorîst bûye, lê belê mixabin em dibînin ku civaka navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ez ji du hêlan ve li vê pirsgirêkê dinêrim. Yekem ji hêla mafên mirovan ve. Mafên mirovan diyardeyeke gerdûnî ye, bi gotineke din em nikarin bi pencereya îdeolojî, zayend, ziman û nijadê li meseleyê binêrin. Dema ku mafên kesekî tên binpêkirin, êdî çênabe ku ji bo me kurdbûn, erebbûn, farisbûn, îngilizbûn, reşbûn û spîbûna wî girîng be. Pêwîst e mafên mirovan ji bo her kesî wekî hev bin. Eger mafek bê binpêkirin, divê em hemû dengê xwe bilind bikin. Mixabin ez vê yekê di siyaseta Kurdî de nabînim. Sedema yekem ew e ku em Kurd mixabin yekdeng nîn in û duyem jî em li gorî berjewendiyên hizbî û li gorî hezkirina xwe li mafên mirovan dinêrin.
Bîst û pênc sal di ser zîndanîkirina rêber Ocalan re derbas dibin. Rêber Ocalan di zîndaneke takekesî de hatiye zîndanîkirin. Ev yek ji bo îşkenceyê nimûneya herî berbiçav e. Zîndana takekesî li gorî prensîbên mafên mirovan tê wateya îşkenceyê. Tevî vê yekê jî, nêzîkî 30 mehî ye ku tu agahiyek li ser rewşa birêz Ocalan nîn e. Destûra hevdîtinê nadin parêzer û malbata wî. Hetta peywendiya wî li gel cîhana derve nîn e. Ev yek xerabtirîn cureya îşkenceyê û binpêkirina mafên mirovan e. Pêwîst e em hewlên xwe li hember vê rewşê zêdetir bikin. Em li ser binpêkirina mafên Azerî, Tirk, Îngiliz û Amerîkayiyan dengê xwe derdixin. Ev yek tiştekî rast e, divê bê kirin. Lê belê ji bo mijara Ebdulah Ocalan em bê deng in. Ev yek dikeve çarçoveya hizbparêziyê û famkirina me ya şaş a ji mafên mirovan. Em niha ji hêla siyasî ve li meseleyê binêrin. Ocalan neteweyek rizgar kiriye. Eger em bi awayekî rast lê binêrin, em ê bibînin ku sed sal e dewleta Tirk siyaseta dagirkeriyê dişopîne. Awayek ji awayên siyaseta qirkirina ziman û çandî pêk aniye. Helwest û tevgera birêz Ocalan bû ku karî ji nû ve gelê Kurd zindî bike. Eger na, heta niha tiştek bi navê Kurd li bakurê Kurdistanê nedima. Gelo ev karê Ocalan karekî terorîstî ye? Nexêr! Wî karekî neteweyî kiriye û eger ew yek nehata kirin, îro me hebûna gelê Kurd li bakurê Kurdistanê nedidît. Tevgera wî ji bilî zindîkirina gelê Kurd, hikûmeta wî welatî jî neçar kir ku hebûna gelê Kurd qebûl bike. Her vê mijarê dewleta Tirk tirsand û dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ve hewla jinavbirina Ocalan û tevgera wî dide. Ev yek nayê wê wateyê ku ez piştgiriya partiya wî ya siyasî dikim. Ez di çarçoveya mafên mirovî de piştgiriya xwe radigihînim. Ez wek Kurdekî kêfxweş im ku ez dibînim gelek Kurd ji pişaftinê rizgar bûne. Piştgiriya min erkeke exlaqî ye. Her wexta ku zilmek pêk bê, erka min e ku ez li hember wê zilmê bisekinim.
Di dawiyê de ez daxwazê ji hemû Kurdan dikim ku bi erka xwe ya exlaqî û neteweyî rabin û dûr ji her cure partîparêziyê li heqîqetê binêrin û parastina wê bikin. Dema ku kesayetiyek rabû û tevgereke mezin ji bo rizgariya niştiman û gelê xwe da destpêkirin û hizra wî bû sebeba rizgariya gel, wê demê erka her Kurdî ye ku ji bo kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” bi yekdengî û hevgirtî bixebite."