ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Rihayê 2 girtî hatin sirgûnkirin
Girtiyên siyasî Sînan Çelîk û Mazlûm Dogan Taniş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê tên girtin sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. -
Rûniştina Doza Kobanê wê roja Duşemê dewam bike
Rûniştina Doza Kobanê wê roja Duşemê dewam bike. Di rûniştinê de bal kişandin ser bêhiqûqiya dozê. -
Êrîşên bi ser Rojava li Qoserê hatin protestokirin
Li navçeya Qoserê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên protestokirin -
Polîsan girt bi ser şaxê PSAKD’ê de û gelek kes binçav kirin
Polîsan girt bi ser Şaxê PSAKD’ê yê Sariyerê û gelek cihên din de; gelek kes binçav kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li Enqereyê parêzer jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê serê sibehê di serdegirtinan de parêzerên ÇHD'ê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. -
Sabra Rezayî: Tecrîd êşkence ye, divê em dawî lê bînin
Endama Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan Sabra Rezayî got, tecrîdkirina mirovan rêbazeke êşkenceyê ye û got, "Hikumet û desthilatdar vê yekê bi kar tînin. Divê em jî dawî li vê yekê bînin." -
Biden: Êrîşên Tirkiyeyê gefê li ewlekariyê dixwe
Serokê DYE'yê Joe Biden diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefê li ewlekariyê dixwe, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz dike û rewşa lezgîn a neteweyî ji bo salekê dirêj kir. -
ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran tên protestokirin. -
Beştaş: AKP-MHP xwe li Fîlîstînê dike 'kevoka aştiyê', li Kurdistanê jî bombardûmanê dike
Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Hûn xwe li Fîlîstînê dikin kevoka aştiyê, lê bombeyan li ser Kurdan dibarînin." -
Li dijî hevseroka HDP’ê êşkenceya lêgerîna tazî
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê Berna Çelîk ku beriya niha bi hefteyekê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, diyar kir ku di dema ketina girtîgehê de rastî êşkenceya lêgerîna tazî hatiye. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin ku nêzî sê sal in bi ti awayî agahiyê jê nagirin, serlêdanên nû kirin. -
Tsubani: Rêgezên Mandela bi cih bînin, tecrîdê bi dawî bikin
Rêveberê COSATU'yê Motlasî Tsubanî diyar kir ku şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye asteke xeternak û wiha got: "Rêgezên Mandela bi cih bînin, dawî li tecrîdê bînin." -
'Bi têkoşîneke rêxistinbûyî û bi biryar em dikarin tecrîdê bişikînin'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ragihand ku pêwendiya êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê heye û got, "Bi têkoşîneke rêxistinbûyî û bi biryar em dikarin tecrîdê bişikînin." -
Dr. Rojîn Mukiryan: Çênabe ku azadîxwaz li hember tecrîda li ser Ocalan bê helwest bin
Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr Rojîn Mukiryan daxwaz ji jin û çalakvanên mafên mirovan û azadîxwazan dike ku li hember tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesta wan hebe û dengê xwe bilind bikin. -
'Ji bo Kurdan ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne'
Nivîskar û lêkolînerê Misrî Mohsen Awadallah bal kişand ser bêdengiya hêz û civaka navneteweyî ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk û destnîşan kir ku ji bo Kurdan ji bilî berxwedanê rêyeke din a çareseriyê nîne. -
'Dîwarê li ser sînor ne li hemberî penaberan e'
Serokê Wan Çev-Der'ê Alî Kalçik ragihand ku li ser sînor dîwarê ji 200 kîlometreyî hatibe lêkirin jî derbasbûna penaberan dewam dike û destnîşan kir ku armanc ji lêkirina vî dîwarî ewlekariya sînor nebû, armanc parçekirina sosyolojiya Kurdan bû. -
Babûr: Li girtîgehan zilm û êşkence heye
Hevseroka Wanê ya TUHAD-DER'ê Edîbe Babûr anî ziman ku tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û got, "Li girtîgehan êşkence û zilm heye." -
ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Li 9 bajaran operasyona qirkirina siyasî
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li 9 bajaran herî kêm 31 kes hatin binçavkirin. -
‘Tecrîda Îmraliyê belavî hemû civakê bû’
Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi taybetî li hemberî jinan belavî hemû civakê bûye û got: “Asta êrîşa li hemberî Ocalan çiqas zêde dibe, şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe.” -
Milîsên HBDH'ê li Amed û Şirnexê çalakî kirin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Amed û Şirnexê li hemberî saziyeke şaredariya qeyûm û polîsên li dewriyeyê digeriyan, çalakî kirin. -
YCWK'ê li bazirganên narkotîkê xist
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li Amedê li hemberî malekê ku bi çavdêriya dewletê madeyên narkotîkê lê dihate firotin, çalakî kirine. -
Peyama ji Skoçyayê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' li Glasgowê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku aştî bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.