Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê Berna Çelîk a di 6'ê Cotmehê de li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, di 9'ê Cotmehê de ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.
Berna Çelîk a ku birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê 11’ê Cotmehê roja Çarşemê karî bi parêzerên xwe Fatma Demîrer û Sîdal Bayrak re hevdîtin pêk bîne.
Berna Çelîk, ji parêzerên xwe re qala binpêkirinên mafan kir û anî ziman ku dema di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye û dema bertek nîşan daye rastî heqaretên zayendî hatiye.
Berna Çelîk, diyar kir ku sibê taştê nedan wê û got ku ew bi awayekî ters kelepçekirî birine heta girtîgehê û got ku polîsên TEM'ê ew birine heta qawîşê.
Parêzera Berna Çelîk Sîdal Bayrak jî got, "Dema ku polîs girtî teslîmî girtîgehê dikin, karê polîsan bi awayekî asayî li ber derî diqede. Heta qawîşa girtî ketina wan ji bo Berna Çelîk rewşeke taybet e û ne hiqûqî ye. Axaftina bi gardiyanan re, roja din nedayîna taştê ji bo muwekîla me û nedayîna pêdiviyên wê jî dibe ku encama vê hevdîtinê be. Hem li ser lêgerîna tazî û hem jî li dijî vê rewşa derqanûnî em ê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.”