Li Enqereyê parêzer jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê serê sibehê di serdegirtinan de parêzerên ÇHD'ê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê serê sibehê di serdegirtinan de parêzerên ÇHD'ê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de serê sibehê avêtin ser gelek adresan.
Seroka Şaxê Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Bîlgî Topçû û endamên ÇHD'ê Ceren Yilmaz û Fatîh Gokçe jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Têkildarî hinceta lêpirsînê agahî nehatin bidestxistin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.