Endama Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan ku navenda wê li Kanadayê ye Sabra Rezayî têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.
Sabra Rezayî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreya yek kesî de tê hiştin, ji mafên serdana malbat û parêzeran bêpar hatiye hiştin.
Sabra Rezayî anî ziman ku dewleta Tirk gelek caran ev rêbaza tecrîdkirinê bi kar aniye û destnîşan kir ku hiştina mirovan li hucreyên yek kesî bûyerên êşkenceyê ne.
Sabra Rezayî her wiha girtina Merwan Berqwtî ji aliyê Îsraîlê ve, girtina Zeyneb Celaliyan û herî dawî jî girtina Vrişa Moradî ji aliyê Îranê ve bi bîr xist û ragihand ku di civakeke kuk mafên mirovan ên herî kêm hene, girtina çalakvanên siyasî çareserî nîne.
Endama Platforma Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan Sabra Rezayî got, tecrîdkirina mirovan û bêparhiştina ji mafên xwe her cûreyên êşkenceyê ye û got, "Hikumet û desthilatdar vê yekê bi kar tînin. Divê em jî dawî li vê yekê bînin."