Polîsan girt bi ser şaxê PSAKD’ê de û gelek kes binçav kirin
Polîsan girt bi ser Şaxê PSAKD’ê yê Sariyerê û gelek cihên din de; gelek kes binçav kirin.
Polîsan girt bi ser Şaxê PSAKD’ê yê Sariyerê û gelek cihên din de; gelek kes binçav kirin.
Serê sibehê polîsan girt ser Cemxaneya Zeynep Yildirim a Şaxê Komeleya Çandî ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) ku li Taxa Armûtlû ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê ye. Saeta polîsan girtiye bi ser komeleyê de kes li hundir nîn bûye, polîsan derî şikandiye dest daniye ser hin belgeyên cemxaneyê.
Polîsan bi hevwextî girtiye bi ser gelek cihên din de jî û rêveberê cemxaneyê Dûrsûn Çîçek jî di nav de gelek kes binçav kirine.
Rêxistinê Elewiyan wê îro saet di 13.00’an de ji bo protestokirina binçavkirinê û girtina bi ser cemxaneyê de, li Cemxaneya Zeynep Yildirim a PSAKD’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.