Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket meha 31’an. Tecrîda li ser Ocalan ku 31 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin, her ku diçe hem li hemû girtîgehan hem jî li civakê tê pêkanîn.
Bi belavbûna pergala tecrîda Îmraliyê li hemû civakê, civakê ber bi tecrîdeke veşartî ve bir. Bi polîtîkata tecrîdê re ku piştî desthilatdariya AKP’ê di salên dawî de bi MHP’ê re li hev kir zêdetir eşkere bû, zextên li ser gelê Kurd gihişt asta qirkirinê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û rêyên ji rizgarbûna vê ji ANF’ê re nirxand.
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN TEMÎNATA AZADIYA GELÊN CÎHANÊ YE’
Keskîn, anî ziman ku Ocalan bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê ku hemû zagonên hiqûqî têne paşguhkirin, di tecrîdê de tê dîlgirtin û diyar kir ku heta roja îro hem bi awayekî fîzîkî û hem jî psîkolojîk rûbirûyê êşkenceyê tê hiştin û ji ber vê yekê fikarên li ser rewşa Ocalan zêde dibin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Rastiya ku îro pergala tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye, hatiye asteke ku nayê înkarkirin. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de radestî dewleta Tirk hate kirin, li Îmraliyê ku hemû zagonên hiqûqî têne paşguhkirin, pergala tecrîd û îzolasyonê kete meriyetê. Di encama kûrbûna pergala tecrîdê de, weke tê zanîn Birêz Ocalan her dawî di havîna 2019’an de bi parêzerên xwe re rû bi rû û di meha Adara 2021’an de jî bi telefonê bi malbata xwe re têkilî danîbû. Ev helwest li tu derê cîhanê ji bo tu girtiyan nayê pêkanîn. Taybet tenê ji bo Îmraliyê tê bikaranîn. Helbet bi şert û mercên tecrîdê pirsa “Li Îmraliyê çi diqewime? bi xwe re tîne. Ji ber ku di rewşa heyî de bi tu awayî agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Dema êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk ên heta niha hatine pêkanîn, li ber çavan bê girtin, fikarên me yên li ser rewşa Birêz Ocalan zêdetir dibin.”
Bayindir got ku azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî temînata jiyana azad e û diyar kir ku pergala tecrîdê ku li Îmraliyê destpê kir û belavî hemû girtîgehan bû, bi taybetî ji bo girtiyên nexweş fîîlen biryara darvekirinê ye. Bayindir wiha berdewam kir: “Tenduristî û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo gelên cîhanê bi taybet ji bo gelên Rojhilata Navîn temînata jiyana azad û demokratîk e. Bêguman tecrîda li ser kesayet û helwestek dîrokî ku fikir û modernîteya demokratîk a bi vî rengî pêşkêşî gelan kir, tenê bi wî re sînordar namîne. Eger hûn kevir deynin li ber çavkaniya demokrasiyê, hûn ê baxçeya jiyanê hişk bikin. Jixwe di qonaxa niha de jî êdî bi tenê Îmraliyê re sînordar nîne. Ji ber ku pergala tecrîdê ya Îmralilyê îro li hemû girtîgehan, heta li hemû qadên jiyanê tê pêkanîn. Bi taybetî li girtîgehan, ji qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê bigire, heta zextên fîzîkî û psîkolojîk, hema bêje her curê êşkenceyê weke li Îmraliyê li ser hemû girtiyên din jî tê pêkanîn. Pêkanînên li ser girtiyên nexweş êdî gihiştiya asta biryara darvekirinê.
Di demên dawî de zêdebûna agahiyên mirinê li girtîgehan, yek ji encamên vê rastiyê ye. Bê guman sedema sereke ya vê rewşa heyî, dikarin wekî “hewldana şikandin û teslîmgirtina îradeyê” were pênasekirin. Desthilatdariya siyasî ku bi pergala tecrîda Îmraliyê re dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û gelê Kurd teslîm bigire, dixwaze berxwedana zîndanan bişkîne ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xala werçerxê ye. Bi vî awayî tê xwestin pergala teslîmgirtina îradeyê ya bi navend Îmraliyê bixin meriyetê.
‘DESTHILAT DIXWAZE OCALAN TASFIYE BIKE’
Bayindir diyar kir ku li dijî gelê Kurd ji her aliyê ve polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û got ku perspektîfên ku Ocalan pêşkeş kiriye bersiva van polîtîkayên qirkirinê ne û ji ber vê yekê dewleta Tirk polîtîkaya tasfiyekirina Ocalan dimeşine û wiha got: “Weke ku tê zanîn, gelê Kurd bi xweza, çand û nasnameya xwe bi salan in tê qirkirin. Di çarçoveya planên qirkirinê de ku heta îro bi polîtîkayên şerê taybet dewam dike, hewl dan gelê Kurd bêyî nasname bihêlin û îradeya wan teslîm bigirin. Lê ev hemû hewldan bêyî encam man. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurd ku bi perspektîfên Birêz Ocalan pêş ket û mezin bû, di her qonaxa pêvajoyê de hewldanên qirkirinê pûç kir. Di pergala tecrîda Îmraliyê de jî perspektîfên Birêz Ocalan her tim ji hesabên qirkirinê re bû bersiv. Ji ber vê yekê tasfiyekirina Rêberê Gelê Kurd û îzolasyona wî ji nav civakê bû yek ji armanca sereke yê hêzên qirker. Ji bo vê pergala tecrîdê her ku çû girantir kirin. Di çarçoveya “plana çokdanînê” ya bi armanca qirkirina Kurdan, tecrîda Îmraliyê gihandin asteke nû. Li ser vê bingehê di navbera Îmraliyê û civakê de pêvajoya îzolasyonê dan destpêkirin. Ev jî tê vê wateyê; Îmralî di navenda planên qirkirinê ya li dijî gelê Kurd de ye. Bê guman, girîng e ku em wê destnîşan bikin, bi pergala tecrîda Îmraliyê re tenê gelê Kurd hedef nakin. Em bi pergaleke ku hemû Kurdan hedef digire re rû bi rû ne. Ji ber ku di bingeha têkoşîna Birêz Ocalan de ne tenê gelê Kurd, li dijî qirkirinê parastina gelan cih digre.”
Bayindir, anî ziman ku di bingeha zêdebûna tecrîdê û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd de armancgirtina destkeftiyên Kurdan heye û wiha bi lêv kir: “Weke me diyar kir, polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û pergala tecrîdê ya Îmraliyê rasterast bi hev re girêdayî ne. Bêguman di bin zêdebûna tecrîdê ya di salên dawî de û bi vê yekê re zêdebûna polîtîkayên qirkirinê de armancgirtina destkeftiyên gelê Kurd heye. Li her derê ku têkoşîn didome bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd serkeftinên girîng bi dest xistine. Hêza ku ji dîplomasiyê bi dest xistin û destkeftiyên rêxistinbûn û têkoşîna siyasî hişt ku gelê Kurd di siyaseta hundir û derve de bibe aktorekî girîng. Helbet ev rewş hesabên desthilatdariya siyasî ya heyî, ango desthilatdariya Erdogan- Bahçelî pûç kir. Ji ber vê yekê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û bêstatû hiştina Kurdan polîtîkayên qirkirinê yên piralî zêde bûn. Girankirina pergala tecrîda Îmraliyê û belavbûna wê ya li nav civakê, parçeyek girîng ya van hesaban e.
‘DÎNAMIKÊN SIYASÎ DI ŞIKANDINA TECRÎDÊ DE ROLA XWE TÊRKER NE LÎSTIN’
Bayindir diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê xeta têkoşînê bê xurtkirin û dînamîka sereke ya vê têkoşînê gelê Kurd e û got ku dînamîkên civakî û siyasî di şikandina tecrîdê de rola xwe têrker nalîzin. Bayindir wiha got: “Ez dixwazim destnîşan bikim ku ji bo şikandina tecrîdê meşandina têkoşîneke girîng yek jî bingehên me ye. Ji bo bihêzkirina vê xetê jî planên me hene. Bêguman dînamîka herî girîng a vê têkoşînê gelê Kurd e. Lê pirsa, “Ev têkoşîn çiqas têrker e?” her li rojevê ye. Eger tecrîd îro hîna dewam dike û belav dibe, nexwe xalên em kêm mane hene. Ev jî tê vê wateyê; dînamîkên siyasî û civakî ji bo şikandina tecrîdê rola xwe têrker nalîzin. Dibe ku hûn vê tespîtê weke rexnedayîna DBP’ê binirxînin. Ku encamên ji bo vê tespîtê dibin piştgir li holê ne. Mînak; eger têkoşîna siyasî û civakî ya li dijî tecrîdê di asteke têrker de ba, îro em qala belavbûna tecrîdê li hemû girtîgehan nedikirin. Lê rewşa heyî nahêle em bêhêvî û bêçare bin. Em hîn jî rêyên têkoşîna bi bandor a li dijî tecrîdê nîqaş dikin û di demek nêz de em ê xebatê xwe pêşkeş bikin.
‘HINEK HÊZÊN KURDISTANÎ SAMIMIYETA OCALAN JI NEDÎTÎ VE TÊN’
Bayindir diyar kir ku hinek hêzên Kurdistanî di têkoşîna li dijî tecrîdê de, tecrîda li ser Ocalan û têkoşîna Ocalan a li ser pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tên û ev tişt anî ziman: “Weke min diyar kir, li dijî tecrîdê di pêşengiya tevgera siyasî ya Kurd de têkoşîneke gel a bi nirx heye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Yêkîtiya Neteweyî ya Kurd çiqas girîng be, şikadina pergala tecrîda Îmraliyê jî ewqas girîng e. Ji ber ku heta pergala tecrîda Îmraliyê bi dawî nebe, gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên avêtin, xwe xapandin e. Bê guman ya ku vê rastiyê derdixe holê jî îrade û biryardariya Birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. Îro tu hêz û aktorek siyasî bi qasî Birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têkoşîneke samîmî û bi biryar raber nake. Lê mixabin raya giştî ya Kurd, ango hinek hêzên Kurdistanî vê rastiyê ji nedîtî ve tên. Bêguman di vê mijarê de bandora berjewendiyên siyasî mezin e. Ji ber vê yekê raya giştî ya Kurdistanê ji bo şikandina tecrîdê nikare erka xwe bi temamî bi cih bîne. Helbet ev rewş ne tenê pirsgirêka hêzên Kurdistanî ye. Em dikarin heman rexne li hêzên demokrasî û mûxalefetê jî bikin. “Xeta rêya sêyemîn” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî gelên Tirkiye û Kurdistanê kiriye, ji bo hemû pirsgirêk û krîzên heyî çareseriyek girîng e. Di wê hêzê de ye ku demokrasî û azadiya ku pêwîstiya civakê pê heye, mîsoger dike. Dema ku Birêz Ocalan evqas girîngî dide siberoja civakê û ji bo çareseriyê hewl dide, ji bo şikandina tecrîda li ser wî têkoşîna pêwîst pêş nayê xistin.”
Bayindir da zanîn ku şikandina tecrîdê bi têkoşîna hevpar re pêkan e û ji bo vê têkoşîneke birêxistinkirî û bi biryar girîng e û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Yekane tişta pêwîst; daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd a bi biryar û samîmî ye. Eger dînamîkên hundir û derve bi rastî bixwazin krîz bi dawî bibin, divê şikandina pergala tecrîda Îmraliyê bikin rojeva xwe ya sereke. Ji bo pêkanîna vê jî têkoşîna birêxistinkirî û hevpar şert e. Di vê çarçoveyê de divê polîtîkayên desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ku tecrîdê kûrtir dike û helwestên saziyên navneteweyî bi taybetî NY û CPT’ yên tecrîdê kûrtir dikin, teşhîr bikin. Bi vê yekê re divê Ewropa, Tirkiye, raya giştî ya Kurdistanê, rûspî û saziyên wê û her kesên ku baweriya xwe bi jiyana demokratîk tînin, rola Ocalan bibînin, qebûl bikin û xwedî lê derkevin. Şikandina tecrîdê bi têkoşîna hevpar û mezin pêkan e.”