Babûr: Li girtîgehan zilm û êşkence heye

Hevseroka Wanê ya TUHAD-DER'ê Edîbe Babûr anî ziman ku tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û got, "Li girtîgehan êşkence û zilm heye."

Hevseroka Şaxê Wanê ya TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr destnîşan kir ku agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Hevseroka Wanê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) Edîbe Babûr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi fikar e ji ber ku 31 meh in bi ti awayî nikare agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigire. Babûr got, "Eger agahiyek ji Birêz Abdullah Ocalan neyê şer wê hîn bêhtir giran bibe."

Babûr ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye û got, "31 meh in ne parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pê re bikin. Bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ev yek sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd îro li hemû girtîgehan belav bûye. Tecrîd ne tenê li girtîgehan li her derê heye. Tecrîd li ser civakê jî heye. Divê Abdullah Ocalan karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne. Ji ber tecrîdê destûrê nadin ku pirtûk jî bigihêjin girtiyan, girtî nayên dermankirin, derman ji wan re nayê dayin. Şert û mercên girtîgehan gelekî xerab e. Li girtîgehan êşkence û zilm heye."