'Dîwarê li ser sînor ne li hemberî penaberan e'

Serokê Wan Çev-Der'ê Alî Kalçik ragihand ku li ser sînor dîwarê ji 200 kîlometreyî hatibe lêkirin jî derbasbûna penaberan dewam dike û destnîşan kir ku armanc ji lêkirina vî dîwarî ewlekariya sînor nebû, armanc parçekirina sosyolojiya Kurdan bû.

Desthilatdariya Tirk Ji Ebex a Wanê heta bi Bazîd a Agirî û Gever a Colemêrgê bi 560 kîlometreyî li ser sînor dîwêr lê dike û hewl dide têkiliya navbera Kurdan qut bike.

Desthilatdariya AKP'ê ku çiyayên Kurdistanê bi dîwarên ewlekariyê, daristanan bi rêyên ewlekariyê, deşt û geliyan bi santralên elektrîkê qetil dike, sala 2018'an li ser sînorê Rojhilat û Bakkur dest bi lêkirina dîwarê ji beton kir û beşa ji 185 kîlometreyî ya vî dîwarî qedand. Têlên tûj ên bi 3 metreyî li ser dîwarê ji beton hate danîn û li aliyekî jî xendekan dikole.

Li ser sînorê Azerbaycanê ku bi 13 kîlometre dirêj e dîwarê sînor nayê lêkirin, lê belê li ser sînorê ku Kurd lê ne dîwar tê lêkirin. Tirkiye têkiliya xwe ya bazirganiyê ya bi herêma xweser a Nahçîvanê di ser Deriyê Sînor ê Dîllûcayê dewam dike. Deriyên sînor ên Kapikoy û Bajêrganê yên li ser sînorê Rojhilat demeke dirêj e girtî ne û heta astekê destûr ji bazirganiyê re nayê dayin.

KALÇIK: MÎNAKEKE XWE YA DIN NÎNE

Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku nêzî 200 kîlometreyî dîwar hatiye lêkirin, xendek hatiye kolandin, lê tevî vê jî derbasbûna penaberan hîn jî dewam dike. Alî Kalçik got, "Li cîhanê mînakeke xwe nîne. Eger hûn bixwazin derbas bibin hûn ê binê dîwar bikolin û derbas bibin; ev yek çareserî nîne. Li çiyayên Kurdistanê dîwar, li daristanan rêyên ewlekariyê û li geliyan jî bendavên ewlekariyê têne çêkirin. Ava li geliyan tê çikandin. Di vir de armanca esasî ew e ku têkiliya navbera Kurdan bi temamî qut bikin û xwezayê tune bikin. Herikîna jiyanê disekinînin. Li Tirkiyeyê dadgeh nîne ku mirov karibe serî lê bide. Serlêdanên me yên beriya niha hemû bê encam man. Divê gelê me, raya giştî hîn bêhtir baldar bin."