Rûniştina Doza Kobanê wê roja Duşemê dewam bike
Rûniştina Doza Kobanê wê roja Duşemê dewam bike. Di rûniştinê de bal kişandin ser bêhiqûqiya dozê.
Rûniştina Doza Kobanê wê roja Duşemê dewam bike. Di rûniştinê de bal kişandin ser bêhiqûqiya dozê.
Parêzer Çîgdem Kozan destnîşan kir ku muwekîla wê Ayla Akat Ata dema parlamenter bû bi awayekî derqanûnî hatiye guhdarkirin, dozger û dadgerên ku biryara guhdarkirina dane, bi îdiaya ku endamên FETO ne ji peywirê hatine dûrxistin.
Rûniştina dawî ya 36’emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar hatin darizandin, hat dîtin.
Siyasetmedar Ayla Akat Ata li Kampusa Girtîgeha Sîncanê beşdarî rûniştina dozê ya 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bû. Sebahat Tuncel û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî amade bûn.
Fîgen Yuksekdag jî bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.
Parêzera Ayla Akat Ata bertek nîşanî muteala Metîn Kaya da.
Parêzera Ayla Akat Ata ya din Çîgdem Kozan jî daxwazên xwe yên beriya niha ji aliyê dadgehê ve hatibûn redkirin dubare kir. Çîgdem Kozan bertek nîşanî guhdarkirina derqanûnî da.
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî roja Duşemê saet 10.00’an kir.